Çîrokên ku dengbêj distirên dibin fîlm

Fîlma bi navê “Besna Xelîl"ê li gundê Muşkunusa Bilîsê tê kişandin.

Çîrokên ku dengbêj distirên dibin fîlm

Çîrokên ku dengbêjên herêmê li ser wan distirên yek bi yek dibin kurtefîlm. Projeya ku ji aliyê TRT'ê ve tê meşandin vê carê ji bo kişandina fîlma “Besna Xelîl"ê, li Muşkunusa Bilîsê konê xwe danî. Ji xeynî lîstikvanên profesyonel, gelek gundî jî di fîlmê de dilîzin.

Gundê Muşkunusa Bilîsê bûye platoya fîlma “Besna Xelîl”ê.

Fîlma ku ji aliyê ekîba TRTê ve tê kişandin çîroka xwe ji straneke gelêrî ya dengbêjiyê digire.

Di kişandina fîlmê de ji xeynî lîstikvanên profesyonel, gelek keç û xort, kal û pîrên gund jî dilîzin.

Fîlma ku hêj tê kişandin wê di demeke nêz de were ser ekranên TRTê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE