Qeymeqamıya Qoserê radyoyek vekir. Radyo wê bi Kurdî û Tirkî weşanê bike. Wezîrê Karên Navxweyî Sûleyman Soylu çû merasîma vekirina radyoyê û bû mêvanê ewil...
Li Qosera Mêrdînê, bi piştgiriya Wezareta Karên Navxweyî Radyo Başak hat vekirin. Radyo wê bi zimanên Kurdî û Tirkî weşanê bike.
Wezîrê Karên Navxweyî Sûleyman Soylu jî beşdarî merasîma vekirina radyoyê bû. Soylu bû mêvanê ewil a radyoyê û li ser girîngiya perwerdeyê xeber da.
Wezîr Soylu di weşanê de him pirs bersivandin him jî stran gotin.
Spîkera weşanê Kübra Akınê got em ê weşana xwe bi zimanên Kurdî jî bikin.
Başak Radyo dê bi vî awayî xizmeta zimanê Kurdî jî bike.