Êdî qezenca vî karî tune

Ji bo ku dikana ji bav û kalan maye neyê girtin her sibehê deriyê wê vedike...

Êdî qezenca vî karî tune

Alavên û amanên ji sifir ên ku demekê li her malê hebûn, niha bi tenê wek xemleke dîrokî tên bikaranîn. Sefarên dawî, ji vê rewşê gilîdar in. Me li Tetwana Bilîsê, guh da hostayê bi salan, sefar Alaettîn.

Li Tetwana Bilîsê ji wî bêtir tu kesê ku ji sifiran amûran çêdike û wan qilê dike nemaye.

Ew jî ne ji bo qezencê, ji bo ku kevneşopiya berê neyê jibîrkirin vî karî dike.

Hosta Alaettîn emrê xwe li vê dikanê, bi çekirina amûrên sifirîn derbas kiriye.

Her çiqas zêde mişterî tunebin jî her sibehê deriyê dikana xwe vedike.

Hostayê sifiran ji bo zirarên beroş û quşxaneyên bafûn û krom xelkê hişyar dike.

Ji bo ku dikana ji bav û kalan maye neyê girtin her sibehê deriyê wê vedike

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE