Dagkapiya dîrokî 79 sal şûn da li cihê xwe tê bicihkirin

Dagkapiya dîrokî 79 sal şûn da li cihê xwe tê bicihkirin

Dagkapiya dîrokî ya di nav Sûrên Diyarbekirê ya ji hêla UNESCOyê va wek Mîrata Çandî ya Dinyayê hatiye qebûlkirin da cih digire tê nûkirin, piştî ku xebat temam bûn ew ê dîsa li cihê xwe bê cihkirin.

Xebatên nûkirina deriyên Sûrên Diyarbekirê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da nûkirina Dagkapiyê jî ji hêla pisporên vî karî va tê kirin.

Midûriya Rolove û Abîdeyan, Midûriya Laboratuvara Herêmê ya Nûkirin û Konservasyonê ya Diyarbekirê li ser derî dixebitin.

Xebatên nûkirinê ya li ser Kupelîkapiyê jî dewam dike.

- "Dagkapî wê piştî 79 salan wê bê neqilkirin"

Cemîl Koçê Midûrê Rolove û Abîdeyan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand xebatan di mijdara 2020î da dest pê kir, Mardînkapî di nav çar û meh û nîvê da hat temamkirin.

Koç got welatî ji van xebatan kêfxweş in û niha jî Dagkapî tê nûkirin û wiha dewam kir: "Deriyên hesin ên Dagkapiya 1111 salî di 1942yan da li ser envanterên muzeyê hatiye zêdekirin. Di çarçoveya xebatên me da Dagkapî wê piştî 79 salan wê bê neqilkirin û bê bicihkirin. Derî pir girîng e. Deriyê ku di 1942yan da ji cihên xwe hatine derxistin piştî 79 salan wê di kelehê û bircan da bê bicihkirin."

- "Giraniya wê 2 hezar kîlo ye"

Koç got berahiya derî 240, bilindahiya wê jî 445 santêm e û wiha pê da çû: "Giraniya wê 2 hezar kîlo ye. Ji çêkirina xwe heta niha taybetmendiya xwe parastiye. Li ser 50 caran tişt hatine kirin ku ew hesinên kêm bûne li ser hatin zêdekirin. Xebatên nûkirinê temam bûn, me îja dest bi montekirina wê kir. Piştî du sê rojan ew ê li cihê xwe be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE