Danasîna “Odeya Nemiriyê”

Berhema Güneştekin wê di 20ê Îlonê de were pêşberî hunerhezan

Danasîna “Odeya Nemiriyê”

Ahmet Güneştekinê Batmanî, di hunera hevçax de kesekî bi nav û deng e. Hunermendê navdar Güneştekin, heta îro gelek berhemên qedirgiran çêkirin. Berhema wî ya dawî “odeya nemirinê” li Stenbolê ji bo hezkiriyan hat pêşkêşkirin.

Navê vê berhema hêja “Odeya Nemirinê” ye…

Hunermendê navdar Ahmet Güneştekin bi xebateke dûvdirêj çêkir. Ahmet Güneştekin di warê hunera hevçax de kesekî gelek jîr û hêja ye.

Heta îro gelek berhemên Ahmet Güneştekin hatin pêşkêşkirin, di pêşaneyên navneteweyî de bi bihayên giran hatin firotin.

Vê carê jî di mihrîcana Contemporary Art a Stenbolê de wê berhema Güneştekin “Odeya Nemirinê” jî were nîşandan.

Hunermendê şareza Ahmet Güneştekin got wê ev berhem li Abu Dabî, Bakû, Macaristan, New York, Londra û Elmanyê jî were pêşandin.

Dîroka nûkirinê: 15 îlon 2018, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE