Danasîna xirabreşkê

Erbaneyan bi nîgaran dinexşîne û bi vî awayî Xirabreşkê dide nasîn

Danasîna xirabreşkê

Wekî ku tê zanin, sala 2019an wek sala xirabreşkê hat îlankirin. Li bazara dîrokî ya xelîlrehmanê, hosteyekî erbaneyan enstrumanên ku çêdike bi fîgûrên xirabreşkê dinexşîne.

Mistefa Yeşilkaya ev bi salan e ku li bazara dîrokî ya Xelîlrehmanê hostayê erbaneyan e.

Ji bo ku îsal wek Sala Xirabreşkê hat îlankirin, Mistefa Hoste jî herî zêde fîgûrên Xirabreşkê çêdike.

Hoste dibêje hunerhez fîgûrên dîrokî pir diecibînin û bi taybetî li van motîfan dibin mişterî.

Mistefa Hoste bi vî awayî him karê xwe him jî xizmetê dîroka bajarê xwe dike.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE