Midûriya Perwerdeyê ya Batmanê ji bo xwendekaran teşwiqî xwendinê bike projeyek da destpêkirin. Di vê projeyê de her zarokê ku 5 pirtûkan dixwîne şitlekê daran qezenc dike.
Bi vê projeyê xwendekar him hînî xwendina pirtûkan dibin him jî ji bo xwezayê xizmeteke mezin dikin.
Midûriya Perwerdeyê ya Kercosa Batmanê ji bo xwendekar ji pirtûkan hez bikin 3 sal berê li Dibistana Navîna a Ziya Gokalp projeya pirtûkan dabû destpêkirin. Ew proje hêj jî dewam dike.
Di dawiya projeyê de her xwendekarê ku 5 pirtûkan dixwîne şitleke daran digre.
Her çiqas ji ber şewba koronavîrûsê dibistan girtî bin jî, mamoste û xwendekar mehê carekê li baxçe tên ba hev û bi hev re şitlên xwe datînin.