''Dawiya dawîn ev serkeftin ya Tirkiyeyê ye, vedigere Tirkiyeyê''

Resam Ahmet Guneştekin: ''Dawiya dawîn ev serkeftin ya Tirkiyeyê ye, vedigere Tirkiyeyê. Min wekî welatiyekî welatekî ji quncekî cuda yê dinyayê nadin nîşan, min wekî welatiyekî Komara Tirkiyeyê didin nîşan''

''Dawiya dawîn ev serkeftin ya Tirkiyeyê ye, vedigere Tirkiyeyê''

Resam Ahmet Guneştekin ku sala 1966an li Batmanê jidayîk bû û di atolyeya xwe ya ku sala 1997an li Beyogluya Stenbolê vekir da li ser berhemên xwe yên pêşîn xebitî, di warê Hunera Hevçerx da bû yek ji hunermendên herî naskirî yên dinyayê.

Guneştekinê ku li gelek ciyên dinyayê pêşangehên solo vekirin, bi pêşangeha "Odeya Bîrê" ku piştî navbereke dirêj li Stenbolê vekir û herwiha bi pêşanegeha "Karên Bijartî" ya li Enqereyê va derket pêşberî hezkiriyên hunerê.

Guneştekin li ser rêwîtiya jiyana xwe, şêweya hunera xwe û herwiha pêşangehên xwe bersiv da pirsên peyamnêrê AAyê.

"Ahmet Guneştekin bi wê taybetiya xwe hat rojevê ku ji gundekî piçûk ê Batmanê rabû, bala derdorên hunerî yên navneteweyî kişand û ji bo berhemên wî kiryar ji bêrîka xwe bihayên zêde derdixin. Hûn dikarin puxteya çîroka xwe ku mîna fîlmekî ye vebêjin?"

"Bi rastî em miletekî wiha ne ku zêde çavnasî serkeftinan nînin. Hal ew e ku me gelek hunermendên serkeftî hene ku ji bajarên cuda yên Anadoluyê tên û di dîsîplînên cuda da bi ser ketine. Tukes li metropolan ji malbatên arîstokrak nayê. Koka nivîskar Yaşar Kemal ku di edebiyata cihanê da xwedî ciyekî girîng e jî Wan e, lêbelê di nava malbateke ku koçî Edeneyê kiriye da li gundekî piçûk çavê xwe li dinyayê vekiriye. Gotineke Îbnî Xeldûn heye, dibêje 'Coxrafya qeder e', ev yek li her derê dinyayê wiha ye. Di gelek waran da hunermend li coxrafyayên dijwar tên dinyayê. Heger we di şert û mercên giran da çavê xwe li dinyayê vekiribe, wê gavê li gorî kesekî ku di rehetiyê da mezin bûye, hûn bêtir dixebitin, cedel dikin û hewil didin da ku xwe bidin naskirin û qebûlkirin. Ji ber hindê hûn dikevin binê barekî girantir. Ev yek têkildar e bi cesaret û baweriya bi xwe ya hunermend.

Ez li Batmanê di nava gelek çand, bawerî û nasnameyên cuda yên etnîkî hatin dinyayê. Di nava cîranên min da Siryan, Ermenî, Keldanî, Ereb, Tirk, Kurd û Êzdî hebûn. Hûn deng, reng, awaz, stran, zêmarî, kevneşopî, dawet û şînên wan nas dikin û demek şûnda ev dinyaya pirreng ji bo we dibe avantajek. Ez bûm yek ji wan kesan ku ev avantaj qenc emiland. Ji ber hindê, bingeha hunera min, ev çanda pirreng e."

"Pêşangeha solo ya bi qasî qada fuarekê mezin"

Hûn dikarin der heqê "Odeya Bîrê" ku we hefteya çûyî li Stenbolê vekir û pêşangeha "Karên Bijartî" ku li Enqereyê hatiye vekirin da zanyarî bidin?

"Pêşangeha li Stenbolê li Pilevneli Galeri di qadeke 4 hezar metrekareyî da hat vekirin. Pêşangeheke tematîk e. Pêşangeheke solo ye ku bi qasî qada fuarekê mezin e. Ji ber ku ji dîsîplênên cuda pêk tê, însan eleqeyeke zêde nîşan didin. Hemû salon dev ra tijî dibin, ji ber ku bêucret e, eleqe jî zêdetir e. Em hefteyek şûnda jî hatin Enqereyê. Sozê min hebû. Ez gelekî ji Enqereyê hez dikim, ez wisa difikirim ku li vê derê gelheyeke baş a hunerê heye."

"Heger serkeftinek hebe ez wê etfî welatê xwe dikim"

"Navê Ahmet Guneştekin carinan bi nîqaşan jî tê rojevê. Bi qasî hezkiriyan, yên ku te rexne dikin jî hene. Hûn der heqê van spekulasyonan da çi difikirin?"

"Ez hunermendek im ku gelekî bi mijûl im, 365 rojên min dagirtî ne, ez rojê 20 saetan dixebitim, 4 saetan radizêm. Bo nimûne li Macaristanê li 3 muzeyên cuda heman rojê heman saetê pêşangeha min vebû. Li Viyana Kunstforum ku yek ji muzeyên herî girîng ên hunera dinyayê ye, pêşangeha min a solo vebû, niha li Muzeya Haydar Aliyev pêşangeha min dewam dike. Sala 2020an li Tiflîs, Mosko, Muzeya Hunerên Hevçerx a Astanayê, Muzeya Victor Vazaline ya Parîsê dê pêşangehên min vebin ku ev pêvajo berdewam e. Ka spekulasyon çima, ji ber çi tê kirin? Ji ber ku hunermend serkeftî ye? Dema ez van dibihîzim ez bi tenê diheyirim. Ma ez li ber xwe nakevim, belê ez li ber xwe dikevim. Ma ez bersivê didim, nexêr ez bersivê nadim, ji ber ku dema min tune. Yên ku vê yekê dikin, mixabin hempîşeyên min in. Ez bim, serê xwe bi van neêşînin, li hunera xwe binihêrin, bidin dû serkeftinê.

Dawiya dawîn ev serkeftin ya Tirkiyeyê ye, vedigere Tirkiyeyê. Min wekî welatiyekî welatekî ji quncekî cuda yê dinyayê nadin nîşan, min wekî welatiyekî Komara Tirkiyeyê didin nîşan. Heger Kurdbûna min pirsgirêk be, ma ez çi bikim, Îbnî Xeldûn dibêje, coxrafya qeder e. Wate kes bavê xwe, diya xwe, zimanê xwe, baweriya xwe, coxrafyaya xwe hilnabijêre. Heger ez hunermendekî di nava sînorên Mîsaqamilî da bim, wê demê bi qasî welatiyekî li Bursa, Îzmir û Enqereyê, wekî welatiyekî ku li Batmanê hatiye dinyayê, di vî welatî da mafê min jî heye û ez jî bi wî qasî ji welatê xwe hez dikim.

Heger serkeftinek hebe ez wê etfî welatê xwe dikim. Der heqê min da hejmareke ku ez pê nizanim pirtûk hatin nivîsîn, katalog hatin çêkirin û herwiha bi sedan makaleyên zanistî hene. Însan berhemeke hunerî ji hêla zanistê dinirxînin. Heger serkeftinek were nepixandin, dikare 1-2 sal dewam bike. Hûn nikarin vê derxin 10 salan. Niha 3 salên li pêşiya min tijî ne, wate hûn ê 3 salên din jî li hemberî min teyax bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE