Li Tetwana Bilîsê pêşdibistanekê, bi bermahiyan defîleya EKO ya Yeşilçamê hazir kir. Zarokan xwe wekî hunermendên Yeşilçamê xemiland. Hunermendên piçûk li ber temaşevanan hunerên xwe nîşan dan.
Mamosteyên pêşdibistaneke li Tetwana Bilîsê; ji bo ku balê bikşînin ser bermahiyan, projeyek çêkirin.
Di çarçoveya Projeya Dibistana EKO ya Yeşilçamê de, bi bermahiyan sehne û cil û bergên hunermendan hatin amadekirin.
Zarok wekî hunermendên yeşilçamê hatin xemilandin.
Bi dirûvê Kemal Sunal, Türkan Şoray, Şener Şen, Adile Naşit, Münir Özkul û Kadir İnanır di defîleyê de derketin ber temaşevanan.
Bi qasî zarokan malbatên wan jî kelecanî bûn.
Mamosteyên dibistanê xwestin bi vê projeyê balê bikşînin ser girîngiya bikaranîna bermahiyan.