Şerê Sûriyê wekî bi milyonan kesî, dengbêj jî kirin koçber û penaber. Mistefa Mihemmed Omer jî yek ji wan e. Ew birayê dengbêjê Efrînî bavê Selah e. Mistefa Mihemmed ev çend sal in li Stenbolê dimîne û çanda dengbêjiyê jî li vir didomîne.
Di çanda me kurdan de dengbêjî kultureke qedîm e.
Çanda kurdî bi destê hunera dengêjan bi salan jiyaye û hatiye îro.
Mistefa Mihemed Omer jî dengbêjekî xelkê Rojava ye û birayê dengbêjê gewre yê Efrînî Bavê Selah e.
Mistefa Mihemed Omer jî mîna bi milyonan penaberên Sûriyeyî ji warê xwe koç kiriye û xwe spartiye Tirkiyeyê
Her çiqas li xeribiyê be jî apê Mistefa Mihemmed dev ji dengbêjiyê bernedaye.
Ji bo ev çanda qedîm bidome çend şîretên wî li ciwanan heye.