Dengbêjan li ber piyanoyê kilam got

Di merasimê da Ugurlu li piyanoyê xist û dengbêjan jî li ber kilam gotin.

Dengbêjan li ber piyanoyê kilam got

Tuluyhan Ugurluyê piyanîst û bestekar e bi dengbêjên Diyarbekirê ra konsereke biçûk a mûzîkê da.

Ugurlu li "Mala Dengbêjan" a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li navçeya Sûrê vekiriye bi dengbêjên kilamên çand û hunera gelê Kurd di nav xwe da dihewînin dibêjin ra hat bal hev.

Di merasimê da Ugurlu li piyanoyê xist û dengbêjan jî li ber kilam gotin.

Walî Munîr Karaloglu jî beşdarî organîzasyonê bû û got ku dengbêjî çanda devkî ya herêmî ye û ragihand ku zimanê muzîkê him ji hêla herêmî û him jî ji hêla gerdûnî va nêzî hev in û ew vê wisa qebûl dikin.

Walî Karaloglu destnîşan kir ku him şaredarî û him jî walîtî qedr û qîmetê didin kevneşopiya dengbêjan û ji ser medyaya civakî konsera organîze dikin û wiha domand: "Dibe ku di demeke nêz da dengbêjên me bibin komeke ku li çar aliyê dinyayê tên naskirin."

Ugurlu jî destnîşan kir ku ew ji hevdîtina bi dengbêjan ra û guhdarkirina kilamên wan gelekî razî û kêfxweş bû û wiha domand: "Înşeallah wek projeyekê em ê tevlî dengbêjan li çar aliyê dinyayê konserekê bidin. Em dikarin vê bikin. Ji ber ku ez li vê derê me ser bilind û kêfxweş im."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE