Deriyê cih û warên dîrokî yên li herêma Rojhilatê ji bo ziyaretvanan vebûn

Li Bazîda navçeya Agiriyê Muzeya Bajêr a Ehmedê Xanî û Mala Bazîda Berê ya ku di çarçoveya tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da girtî bûn bi pêvajoya asayîbûnê va deriyên wan ji ziyaretvanan ra vebû.

Herdu berhemên ku li herêma Qesra Îshaq Paşa, Gora Ehmedê Xanî, Mizgefta Bazîdê û Kelha Urartuyan lê ne cih digirin ji hêla qaymeqamtiyê û bi piştevaniya fînansî ya Îdareya Taybet a Bajêr û Ajansa Pêşketinê ya Serhedê va duh hatine paqijkirin, dezenfeksiyon hatine kirin û ji bo ziyaretvanan hatine amadekirin.

Salê nêzî 100 hezar kes tên Muzeya Bajêr a Ehmedê Xanî ya ku tê da peykerên ji silîkonan û berhemên agahiyên qala jiyana wî dikin hene.

Dema muze hat çêkirin pê ra Mala Bazîda Berê jî hat çêkirin û di wê da jî peykerên ji silîkonê, agahiyên der barê kevneşopiyan da, pitikên kître û fîgûrên dîoramayê cih digirin.

Berpirsê muzeyê Baran Aktaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku di 18ê Adarê da ji ber tevdîrên li hemberî şewba Kovîd-19ê herdu muze ji bo ziyaretê hatibûn girtin.

Aktaş ragihand ku bi rakirina sînordarkirinê va eleqeya li ser muzeyan wê mîna rojên berê be û wiha dewam kir: "Me di têketina herdu muzeyên xwe da jî ji bo ziyaretvanan beşên dezenfektanê bi cih kir. Di çarçoveya rê û rêgezên ji bo têkoşîna li hemberî şewbê da agirê ziyaretvanan tê pîvandin, mesafeya civakî tê parastin û em li gor vê ziyaretvanan hildidin. Ziyaretvanekî ku rûpêça wî tunebe jî wê nikaribe bikeve vê qadê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE