Deriyê Daxqapiyê yê Sûra Diyarbekirê piştî restorasyonê li ciyê xwe hat rûniştandin

Deriyê Daxqapiyê yê Sûra Diyarbekirê piştî restorasyonê li ciyê xwe hat rûniştandin

Li Sûra Diyarbekirê ya di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire restorasyona deriyê Daxqapiyê hat temamkirin û hat bicîkirin.

Xebatên ji bo restorekirina deriyên bi salan e şahidiya Sûra Diyarbekirê dikin berdewam e.

Restorasyona deriyê Daxqapiyê bi destê pisporên Midûriyeta Laboratuvara Herêmê ya Konservasyon û restorasyonê ya Diyarbekirê hat temamkirin.

Derî di çavdêriya pisporan da bi alîkariya vîncê li dewsa xwe hat rûniştandin.

Restorasyona deriyên Yenîqapî, Kupelîqapiya jê ra derbasî Îçqeleyê dibin jî hê dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE