Deriyên bircên dîrokî yên Diyarbekirê tên restorekirin

Bircên Diyarbekirê di sala 2015an da jî ji alî UNESCOyê va wek Mîrata Çanda Dinyayê hatin pesendkirin.

Deriyên bircên dîrokî yên Diyarbekirê tên restorekirin

Deriyên bircên Diyarbekirê yên dîrokî yên ku ji alî UNESCOyê va wek Mîrata Çanda Dinyayê hatin pesendkirin, tên restorekirin.

Bircên Diyarbekirê ji roja hatine avakirin pê va di nav xwe da gelek şaristanî hewandine û ew di sala 2015an da jî ji alî UNESCOyê va wek Mîrata Çanda Dinyayê hatin pesendkirin. Deriyên bircên dîrokî jî ku nîşaneyên gelek şaristaniyan li ser xwe dihewînin jî tên restorekirin.

Di çarçoveya xebatên restorasyonê ku li birsên Diyarbekirê tên kirin da deriyên sereke yên bircê demek berê ji cihên wan hatibûn derxistin. Deriyê Mêrdînê, Deriyê Rihayê û Deriyê Biguhar ê di nav envanterên muzeyê da ye tên restorekirin.

Restoratorên pispor ên Midûriyeta Bîrdarî û Rolove ya Diyarbekirê û Midûriyeta Laboratuvara Herêma Konservasyon û Restorasyonê ya Diyarbekirê piştî ku karê xwe qedandin deriyên ji cihên wan hatine kirin piştî paqijkirin û restorasyonê wê ji nû va li cihên wan bên xistin.

- Derî gelekî saxlem hatine çêkirin

Midûrê Bîrdarî û Rolove ya Diyarbekirê Cemîl Koç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Kelha Diyarbekirê ji heyama Romayan heta îro taybetiyên mîmariya xwe parast û bi gelek restorasyon û temîran va xwe gihand heta roja me.

Koç bi bîr xist ku wek deriyên sereke yên Kelha Diyarbekirê 4 derî hene û ew jî Deriyê Çiyê, Deriyê Rihayê, Deriyê Mêrdînê û Deriyê Nû ne, li alî Kelha Hundir jî deriyên Fetîh û Ogrunê ku ber bi derva va vedibin û deriyê Qesrê û yê Guhar jî ku ber bi alî hundir va vedibin, hene.

Koç diyar kir ku deriyan zêde zirar dîtine û wiha pê da çû:

"Ya rastî ciyên herî zeyîf yên kelha Diyarbekirê derî ne. Lewra di dema şer da herî zêde derî hatine texrîbkirin û li ber wan şer çêbûye. Wekî mayîn nobedariya sûrê jî dikin. Ji ber vê heke dixwazin ciyakî zeft bikin dibê pêşiyê deriyê wê derê vekin. Ji ber vê derî zehf saxlem hatine çêkirin.

- Xebateke girîng tê kirin

Koç destnîşan kir ku di dîwaran da bazalt, tuxla ji bo xercê jî kirêc hatiye bikaranîn lê ji ber ku ji bo parastinê hatine çêkirin jî derî ji hesin hatine çêkirin, deriyan gelek şer dîtine loma gelekî zirar dîtine.

Koç got ku di deriyan da korozyon çêbûye, herifîne û parçe jê qetiyane, ji bo korozyonê berteref bikin pispor li gor rêgezên restorasyonê xebatên xwe dimeşînin.

Koç diyar kir ku di vê çarçoveyê da pêşiyê paqijiya mekanîk tê kirin û wiha pê da çû:

Dema vê xebatên dikin fîgurên li ser deriyan û mix bi qûmê yekoyeko ji korozyon û zengê tên paqijkirin. Paşê dixin nav solusyona bi taybetî hatiye amadekirin. Piştî solusyonê bi firçeyên zirav û têlê va tên firçekirin."

- Deriyê li ciyên xwe werin bicîkirin

Koç got ku Urfaqapî, Mêrdînkapî û Yênîqaşiya di envantera muzeyê da cî digre ew ê piştî restorasyon û konservasyonê ji nû va li ciyên xwe werin bicîkirin, wekî mayîn li ser parçeyên Kupelîqapiya ji heyama Osmaniyan maye jî xebat tên meşandin, ew ê parçeyên kêm jî li gor rêgezên berê werin temamkirin û li ser derî werin bicîkirin.

"Em ê di kurtedemekê da xebatên restorasyon, konservasyonê temam bikin û deriyên li cihên wan bidin nimayişkirin da ku gelê me were û bi asanî bibîne. Em ê her wiha xebatên restorasyon û konservasyonê yên deriyan bikin û wan û sûrên dîrokî jinûva bikin yek."

- Tê texmînkirin Deriyê Mêrdînê 1100 salî ye

Koç diyar kir, tesbîtkirina dîroka deriyan, bi alîkariya kîtabeyên li ser birc û dîwarên sûrê û her wiha çavkaniyên nivîskî va mumkin e û wiha dewam kir, "Ew agahî jî tuneye ka ji wê serdemê şûnda qet hatine temîrkirin an na. Her wisa bi testên karbon 14 va jî tesbîtkirina dîroka wê mumkin e. Xebatên di vî warî da dê bidomin."

Koç diyar kir ku li gorî kîtabeya li ser Deriyê Mêrdînê, birc û dîwarê sûrê di serdema Ebasiyan da di 909-910an da hatine temîrkirin. Îja heger em wê yekê li ber çavan bigirin ku derî jî di çarçoveya wê temîrkirinê da hatiye çêkirin, wê demê em behsa deriyekî 1100 salî dikin."

Koç bal kişand ku ji ber hesasiyeta xebatan û şewba vîrusa koronayê hin astengî û derengî ketin çêdibin, lê di nava 3 mehan da derî dê li cihên xwe bixuyên û yên bixwazin dê bikaribin deriyan bibînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE