Şaredariya Haliliyeya Şanlıurfayê, lı dıjî vîrûsê, bi awayekî periyodîk Girê Mirazan (Göbeklıtepe) ê dîrokî dezenfekte dike.
Şaredariya Haliliyeya Şanlıurfayê xebatên xwe yên dezenfektekirinê didomîne.
Her dawî Şaredariyê bi taybetî ji bo Girê Xirabreşka dîrokî tîmeke dezenfektekirinê ava kir.
Şaredarê Haliliyeyê Mehmet Canpolat dibêje, tîma me ya dezenfekteyê li gorî periyodekê Girê Xirabreşkê îlac dike.
Şaredarê Haliliyeyê Mehmet Canpolat got, ‘’Tîmên me di pêvajoya pandemiyê de li gorî periyodekê cihên dîrokî jî bi hesasiyeteke mezin dezenfekte dikin. Înşella em ê bi gelê xwe re van rojên nexweş derbas bikin. Em wekî Şaredariya Haliliyeyê gelek girîngî bi tenduristiya welatiyên xwe didin. Ji ber vê jî şaredariya me bi şev û roj xebatên xwe didomîne.’’
Girê Xirabreşkê di Lîsteya Mîratên UNESCO’yê de ye û li gorî dîrokzanan beriya 12 hezar salan hatiye avakirin.