Di 11 salan da ji 2 milyonî zêdetir kesî mozaîkên "Keçika Qereçî" ziyaret kir

Di 11 salan da ji 2 milyonî zêdetir kesî mozaîkên "Keçika Qereçî" ziyaret kir

Muzeya Mozaîkan ya Zeugmayê ya ku yek ji wan muzeyên dinyayê yên herî mezin e di 11ê Tîrmeha 2011an da vebû ku ji wê demê heta dawiya sala 2021ê 2 milyon û 21 hezar û 853 kesan muze ziyaret kir.

Muzeya Mozaîkan ya Zeugmayê li Gazîentabê li ser erdekî 30 hezar mêtroqereyî ava bûye. Perçeyên mozaîka "Keçika Qereçî", "Peykerê Marsê", kaniyên ji heyama Romayê, mozaîkên vîllayên li devê qerexa Çemê Feratê gelek mozaîk li vir tên pêşandan.

Perçeyên mozaîka "Keçika Qereçî" yên ku piştî 52 salan ji dervayî welêt anîn Tirkiyeyê xwedî Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê ye û eleqeyeke mezin dibîne.

Turîstên herêmî û biyanî gelek kes tên Muzeya Mozaîkan ya Zeugmayê ku di sala 2019yan da ji ber ku wek "Sala Girê Mirazan" hatibû îlankirin 340 hezar û 569 kes hatin ziyareta muzeyê û ev bû rekorek.

Di sala 2011an da 71 hezar û 323 kes, di sala 2012an da 169 hezar û 38 kes, di sala 2013an da 179 hezar û 297 kes, di 2014an da 206 hezar û 684 kes, di sala 2015an da 178 hezar û 995 kes, di sala 2016an da 108 hezar û 835 kes, di sala 2017an da 169 hezar û 773 kes, di sala 2018an da 267 hezar û 552 kes, di sala 2019an da 340 hezar û 569, di sala 2020an da 87 hezar û 642 kes, di sala 2021an da 242 hezar û 145 kes tevahî 2 milyon û 21 hezar û 853 kesan muze ziyaret kir.

- Midûrê Muzeyê Çomak ji sala 2022yan bihêvî ye

Midûrê Muzeyê Ozgur Çomak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di 1ê Hezîrana 2021ê da qedexeya derketina derva qediya û ev jî bû sedem ku hejmara turîstan zêde bibe.

Çomak anî ziman di 2020î da qasî 90 hezar ziyaretvan hatine muzeyê û wiha axivî: "Di 6 mehên dawîn ên sala 2021ê da piştî 1ê Hezîranê ya ku qedexeya derketina derva qediya 242 hezar û 145 kesan muze ziyaret kir. Heke qedexe nebûya hejmara ziyaretvanan ya sala 2019yan ya ku 340 hezar bû derbas bikira. Heke qedexe tunebe di sala 2022yan da jî em ê hejmarên 2019an derbas bibin."

Çomak got muze 7 rojên hefteyê vekiriye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE