Di erebeyan de fîlm temaşe kirin

Şaredariya Elazığê li derve sînema hazir kir

Di erebeyan de fîlm temaşe kirin

Şaredariya Elazîzê ji bo welatiyên ku ji ber şewbê li malê aciz dibin aktîvîteyeke balkêş li dar xist. Şaredariyê li derve sînema hazir kir welatîyan jî di nav erebeyên xwe de li fîlm temaşe kir.

Ji bo tevdîrên li dijî şewbê nikarin zêde li derve bimînin û li malê aciz bûbûn.

Şaredariya Elazîzê, ji bo bîna welatiyan piçek fireh bibe li derve sînema hazir kir.

Şaredarê Elazığê Şahin Şerifoğulları got, ‘’Me aktîvîteyeke bi navê “Di Erebeyê De Sînema” da destpêkirin. Ez bawer dikim gelek baş bû, kêfa welatiyan jî zaf jê re hat. Înşelle wê ev çalakî dewam bike.’’

Lê li gorî tevdîran welatî ji erebeyên xwe derneketin.

Di nav erebeyê de li “Mucizeya Di Qawîşa 9em de” temaşe kirin.

Welatiyek got, ‘’Bi rastî jî pir xweş e, em gelek sipasî şaredarê xwe dikin, em dixwazin çalakiyên wisa dewam bikin.

Şaredariyê çerezên wan jî ji bîr nekiribû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE