Hin ji wan ji dê û bavê xwe dûr in, hin jî di temenê xwe yê biçûk de bêkes mane.
Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî li wan xwedî derdikeve.
Ji bo rehma dê û şefqata bavê hîs bikin, xêrxwaz jî nahêlin ew bêkes bimînin.
Di vê cejnê de jî çûn danûstandina eydê, li sînemayê fîlm temaşe kirin û bi hev re xwarin xwarin.
Zarok ji halê xwe razî bûn, kêfa wan û yên bi wan re jî li cih bû.