Çaremîn komxebata desenên geometrîk yên di hunera îslamî de, bi beşdariya gelek akademisyenan dê heta 29ê îlonê dewam bike.
Ji Asya Navîn heta Anatolyayê, ji Bakurê Efriqayê heta Rojhilata Navîn.
Bajar, avahî û berhemên dînî bi motifên geometrik tên xemilandin. Ji bo bingeha çîn û neqşan were diyarkirin, li Stenbolê komxebatek tê lidarxsitin.
Komxebat bi piştevaniya Weqfa Ensarê û Navenda Dîzaynê ev cara 4êm e tê kirin. Akademisyenên beşên hunerê li Navenda Kongreyê ya Halîçê civiyan.
Xwendin û girîngiya motifan mijara sereke ya komxebatê ye. Çalakî heta 29 İlonê dê li Navenda Dîzaynê ya Stenbolê bidome.