Di kolana qaçax da mozaîka 1500 salî hat dîtin

Li Dêrika navçeya Mêrdînê ya rêça şaristaniyên cuda lê heye di kolanake qaçax a li Taxa Goktaşê da mozaîka hat tesbîtkirin ji sedsala 6an maye hat dîtin

Di kolana qaçax da mozaîka 1500 salî hat dîtin

Li Dêrika navçeya Mêrdînê ya rêça şaristaniyên cuda lê heye di kolanake qaçax a li Taxa Goktaşê da mozaîka hat tesbîtkirin ji sedsala 6an maye hat dîtin.

Welatiyên dîtin ku li çiyayê Taxa Goktaşê ya 55 kîlomêtre li dûrî navenda navçeyê kolana qaçax tê kirin li ser vê haya cendirmeyan pê xistin.Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên navçeyê hatin herêmê û di lêkolînê da mozaîka li ser wê hin fîgur hene tesbît kirin.Piştî xebata ekîban Midûriyeta Muzeya Mêrdîn Mozaîk hildan parastinê.

Xebatên cendirmeyan ji bo derdestkirina şikbaran dan destpêkirin dewam dikin. Midûriyeta Tûrzm Çandê ya Bajêr ji bo li herêmê dest bi kolanê bike serîlêdan kir. Hedef ew e ku bi kolana ku pispor bikin va herêmê ji turîzmê ra vekin.

- "Em dixwazin ji turîzmê ra were vekirin"

Bariş Yaşarê Mixtarê Goktaşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di encama kolana qaçax da mozaîk hat dîtin, tê texmînkirin ku ji heyama Romayê maye, ji ber dîtina mozaîkê gelekî kêfxweş bûn.

Yaşar got bi kelecanî li benda xebatan e û wiha axivî: "Dema mozaîk derkeve holê ew ê tiştên baş jî pê ra derkevin. Li gor me ev dera wargeheke zehf kewn e. Em dixwazin ji turîzmê ra were vekirin."

Vezîr Yaşarê gundî jî got li gor texmîna wan ev dera wargeheke zehf kewn e û wiha axivî:

"Beriya ku kesên li xizneyê digerin zirarê bidin vê derê em dixwazin ev dera were keşfkirin û ji turîzmê ra were vekirin. Dema ji bo xizneyê vedane mozaîkeke zehf kaw derketiye holê. Li ser jî fîgurên rind hene. Li rexê vê bîrên avê yên ji keviran jî hene. Me haya cendirmeyan pê xist, herêm hildan parastinê. Em dixwazin ji turîzmê ra were vekirin. Bawer dikim ku bi xebateke rind va wargeheke kewn ew ê derkeve holê. Em dixwazin dewleta me li ser vê bixebite."

AA

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2019, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE