Di kolanên arkeolojîk ên li Girê Amîdayê da pergala kalorîferê hat dîtin

Li navçeya dîrokî ya Diyarbekirê Sûrê di kolanên arkeolojîk ên li Girê Amîdayê da erqên avê û pergala kalorîferê ku tê nirxandin 1800 salî ne, hatin tesbîtkirin

Di kolanên arkeolojîk ên li Girê Amîdayê da pergala kalorîferê hat dîtin

Li navçeya dîrokî ya Diyarbekirê Sûrê di kolanên arkeolojîk ên li Girê Amîdayê ku wekî "dilê Diyarbekirê" tê tewsîfkirin da erqên avê û pergala kalorîferê ku tê nirxandin 1800 salî ne, hatin dîtin.

Li Girê Amîdayê ku ji gelek şaristaniyên wekî Hurî-Mîtanî, Urartu, Pers, Roma, Emewî, Ebasî, Merwanî, Selçûqî û Artûqiyan ra bûye dergûş, xebatên kolana şûnwarên dîrokî yên ku ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê bi serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz hatibûn destpêkirin, berdewam in.

Di kolanên ku bi beşdariya ekîba ku 12 jê daîmî, 10 jê jî xwebexş in va li ciyê ku alimê Îslamê El Cezerî xebatên xwe yên zanistî lê kirin, tê meşandin da erqên avê û pergala kalorîferê ku tê nirxandin 1800 salî ne, hatin tesbîtkirin.

Serokê Heyeta Kolanê Prof. Dr. Îrfan Yildiz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Girê Amîdayê hem dilê Diyarbekirê û hem jî yê Mezopotamyayê ye.

Yildiz destnîşan kir ku wan bi biryara Wezareta Çand û Turîzmê sala 2018an dest bi xebata kolana şûnwarên dîrokî kir û her wisa îsal jî bi alîkariya projeyê ya Saziya Dîroka Tirk va xebatên kolanê 12 mehan dê bênavber bidomin.

Prof. Dr. Yildiz bal kişand ku di xebatên kolanê da daneyên pir rind hatin derxistin û wiha dewam kir, "Me pêşiyê sala 2018an li Diyarbekirê tunela ku jê ra tunela veşartî û tunela revê tê gotin û li ser wan efsane dihatin gotin, tesbît kir. Me di kolanên sala 2019an da jî dîwanxaneya navdar a ku Ewliya Çelebî zehf pesnê wê dide derxist holê. Pey ra jî salona qebûlê hat derxistin."

- "Em dikarin bêjin pergala kalorîferê ya wê demê ye"

Yildiz destnîşan kir ku ew ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) bi kêm kesî va xebatên xwe dimeşînin û îsal jî nexasim li milê rojhilatê dîwanxaneyê daneyên rind hatin dîtin.

Yildiz bal kişand ku di kolanên sala 1961-1962yan da hemam hat dîtin û wiha dewam kir:

"Erq derketin holê ku ava germ a di wê hemamê da li mekanan gerandine û pê germ kirine. Ji bo ku av sar nebe, kêleka erqan bi tûxleyan danîne. Lê gava em lê dinihêrin em dibînin ku Romayiyan rêbazeke cuda emilandine û ava germ yekser bi erqên avê dane çaviyên din ên avahiyê. Lewma jî em dikarin vê pergalê ra bêjin, pergala kalorîferê. Pergala germkirinê ya herî kevn e ku li herêmê hat tesbîtkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE