Di kolanên Mêrsînê de zemîna gorda bîrdariyê ya Artos hat dîtin

Li Mêrsînê di vedanan da zemîna gorda bîrdariyê ya ku li gor nirxandinê ya Aratosê zanyarê fezayê û şair e, hat dîtin.

Di kolanên Mêrsînê de zemîna gorda bîrdariyê ya Artos hat dîtin

Li Mêrsînê di vedanên Bajarê Kevnare yê Soli Pompeipolis da zemîna gorda bîrdariyê ya ku li gor nirxandinê ya Aratosê şair û zanyarê fezayê yê navdar ê Dewra Helenîstiyê ye, hat dîtin.

Bi pêşengiya Wezareta Çand û Turîzmê li bajarê kevnare yê li navçeya Mezîtliyê vedanê dest pê kir û xebat bi serokatiya Prof. Dr. Remzî Yagciyê Serokê Beşa Muzekariyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê tê meşandin.

Yagci ji nûçegihanê AAyê ra got ku li gor nirxandinê gorda Aratos li qada nêzî kolana histûnê ye, li ser gorda bîrdariyê xebat ji aliyê "dromos"a ku tê meneya teng û derbasoka dirêj, dewam dike. Ev der têketina odeya gordê ye.

Yagci ragihand ku li cihê ku li gor nirxandinê gorda bîrdariyê ya Aratos e, heta zemîna wê hat kolan û wiha dewam kir:

"Em vê gavê gihîştin binê gordê. Me cara duyem tesbît kir ku ev der wekî ocaxa kilsê hatiye xebitandin. Îhtimal e ku kesên li defîneyan digerin, midaxaleyî qadê kirine. Ji bo encamê divê em hinekî din jî bikolin. Em ê ji derva va ser gordê vekin forma wê ya rastîn derxin holê. Paşê xebatên restîtusyon û restorasyonê wê werin kirin. Ji bo vê xêzkirinan dest pê kir. Di encamê da wê seba ziyaretê were vekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE