Kovara pencereyê li Ağrıyê derdikeve. Berê tenê bi tirkî bû. Vêca nivîskarên kovarê bi surprîzeke xweş, dest bi weşana duzimanî kirin. Nivîskar dixwazin li pey şopa ehmedê xanî biçin û bi kurdî jî weşanê bikin.
Di sohbetên edebî de hevûdu nas kirin, di dawiyê de li derdora kovara Pencereyê hatin ba hev.
Wêjehezên Ağrıyî ev demek e fikr û ramenên xwe di kovara Pencereyê de, bi Tirkî dinivîsin.
Kovara ku bi tenê li Ağrıyê tê firotin, gelek hat ecibandin.
Lê nivîskarên kovarê nexwestin di vê çarçoveyê de bimînin û di riya Ehmedê Xanî de, dest bi nivîsên Kurdî jî kirin.
Di kovarê de 5 heval daîmî dinivîsin.
Lê ji xeynî wan gelek kesên din bi nivîsên xwe piştgiriyê didin kovarê.
Wejêhez ji şîrove û eleqayên xwîneran gelek memnûn in.