Di muzeyê de çalakiyên hunerî

Zarokên serkeftî di muzeyê de bernameya muzîkê pêk anîn.

Di muzeyê de çalakiyên hunerî

Mıdûriyeta Çand û Turîzmê ya Semsûrê û Navenda Zanist û Hunerê BîLSEMê bi hev re organîzasyonek li dar xist. Di bernameyê de di nava muzeyê de hinek xwendekarên BÎLSEMê ligel piyano, tembûr, keman û gîtarê kilam gotin hinekan jî wêneyên berhemên muzeyê çêkirin.

Kesên ku çûn serdana muzeya Semsûrê rastî tişteke cuda hatin. Di muzeyê de hin zarokan li piyanoyê dixist, hinekan li tembûrê.. Hinek jî li erde rûniştibûn û wêneyên cihên girîng ên bajêr çêdikirin.

Miduriyeta çand û turîzmê ya Semsûrê û BÎLSEMê bi hev re projeyek amade kir. Di vê çarçoveyê de kursiyerên Bîlsemê hunerên xwe di muzeyê de pêk anîn.

Wekîlê midurê çand û tûrîzmê Ahmet Gunaydin got xwendekarên serkeftî kilamên herêma me dibêjin û wêneyên berheman xêz dikin.

Armanca projeyê ew e ku çanda herêmê zêdetir bê nasîn. Bi saya projeyê zarok jî hunerên xwe bi awayên cuda pêk tînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE