Çiyayê Nemrûdê yê li Kehtaya navçeya Adiyamanê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê cî digire û hezar û 206 metre bilind e di nav 5 salan da xwemalî û biyanî tev 530 hezar turîst ezimand.
Çiyayê Nemrûdê yê ku mazuvaniya Qraltiya Kommageneyê kiriye û li ser girê 150 metre firehiya wê û 50 metre jî bilindahiya wê ye peykerên qirase hene li ser xwe bermayiyên şaristaniyekê dihewîne.
Herêm wek qada parqa neteweyî di bin parastinê da ye û her sal xwemalî û biyanî bi hezaran turîstî diezimîne.
Ziyaretvanên ku dixwazin hilatin û qulibîna rojê û peykerên qirase bibînin piştî meşa 800 metreyî û rêwîtiya 40 deqîqeyî dewam dike derdikevin serê çiyê. Mazûvanên derdikevin serê çiyê ji bo dîmenên li bin piyê wan wek xalîçeyek raxistiye wek bîranîn qeyd dikin û têra dilê xwe wêneyan dikişînin.
Di sala 2016an da nêzî 50 hezar, di sala 2017an da 100 hezar, di sala 2018an da 130 hezar, di sala 2019an da 200 hezar û di sala 2020î da jî ji ber şewba Kovîd-19ê 50 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir.
- "Di 6 mehên para duyemîn a 2021ê da em li benda gelek ziyaretvanan in"
Midûrê Çand û Turîzmê yê bajêr Mustafa Ekîncî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku Çiyayê Nemrûdê him ji bo Adiyamanê û him jî ji bo Tirkiyeyê cihekî gelek girîng e.
Ekîncî destnîşan kir ku hersal bi hezaran turîst tên serdana Çiyayê Nemrûdê û wiha domand: "Di sala 2019an da li gor 30 salên borî em gihîştin rekorekê û herî zêde turîst wê çaxê hatibûn. Bi rastî ev jimar dibû ku zêdetir bibe jî lê ji ber ku cihên me yên razanê têr nekir û di meha nîsan, gulan, hezîran, îlon û cotmehê da jî ziyaretvan zêde ne û em ji heq nehatin der."
Di sala 2020î da ji ber tewdîrên Kovîd-19ê awayek sînordarkirî me mêvanan hilda lê em li bendê ne ku di qismê duyemîn ê 6 mehên sala 2021ê da ziyaretvan gelek zêde bibin.
- "Em li benda turîstên xwemalî û biyanî ne"
Ekîncî bal kişand ser xweşikiya Nemrûd û dor û berê wê û got: "Çiyayê Nemrûdê bi taybetiya xwe cihekî girîng e. Ji Şaristaniya Kommageneyê ra mazûvanî kiriye. Di lîterotora arkeolojiya dinyayê da deriyekî nû vekiriye û ji deverên herî baş hatiye parastin yek e. Ji bo dîtina bermayiyên Qraltiya Kommageneyê em li benda tûrîstên xwemalî û biyanî ne."
AA