Di Pêşbaziya Stranê ya Eurovisionê da Îtalya bû yekemîn

Di Pêşbaziya Stranê ya Eurovisionê da Îtalya bû yekemîn

Pêşbaziya Strana Eurovisionê ya 65emîn îsal li Hollandayê hat kirin û koma rockê ya Maneskinê ku nûnertiya Îtalyayê dikir bi strana "Zitti E Buoni" va biser ket û bû yekemînê pêşbaziyê.

Di fînala pêşbaziya bi naveroka "hembêzkirinê" li eywana Ahoy a bajarê Rotterdamê hat kirin da ji 26 welatan nûner hebûn û bo yekemîntiyê hewl dan.

Pêşbaziya ku divê di sala 2020î da bihata kirin û ji ber şewba Kovîd-19ê hatibû taloqkirin nû hat kirin û bi tevahî 3 hezar û 500 temaşevanên di nav 24 saetên dawîn da testa Kovîd-19ê kiribûn û pê neketibin hildan eywanê. Bi beşdarbûna temaşevanan ji sedî 20ê eywanê tijî û ji sedî 80 vala bû.

Di fînala pêşbaziyê da strana "Zitti E Buoni" ya koma rockê ya Maneskin a nûnertiya Îtalyayê dikir bi 524 puanan va bû yekemîn.

Di pêşbaziyê da strana "Voîla" ya ku Barbara Praviyê li ser navê Fransayê digot jî bi 499 pûanî va bû duyemîn û bi 432 pûanî va jî strana "Tout l'Univers"ê ya ku Gjon's Tearsê nûnertiya Swîsreyê dikir sêyemîntî qezenc kir.

Pêşbazî ji 45 welatan awayek zindî hat temaşekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE