Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vizyona sînemeyan...

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

hefteyê 4ê wan xwemalî 8 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên li welêt.

Derhêneriya fîlma "Dinyayên Cuda" Emmanuel Carrere kiriye û di fîlmê da Juliette Binoche, Helene Lambert û Louise Pociecka dilîzin.

Di fîlmê da Marianne Wincklera nivîskara bi nav û deng amadehiyan dike ku li ser bêedaletiya civakî û tirsa pêşerojê pirtûkekê binivîse. Marianne Winckler navê xwe diguherîne û diçe di nav jinên paqijiya malan dikin da dixebite û her tiştî bi çavên xwe dibîne.

- Kolonî

Di fîlma "Kolonî"yê da Nora Arnezeder, Lain Glen, Sarah-Sofie Boussnina û Sope Dirisu dilîzin, derhêneriya fîlmê jî Tim Fehlbaum kiriye.

Fîlm di cureya tirs û xewfê da hatiye kişandin. Filmê da ji ber afatekê dinya tê halekî wisa ku êdî jiyan lê zehf zor e. Çend kes bi balafira fezayê va diçin gersitêrka "Kepler 209"ê ku lêkolînê bikin hela jiyana li dinyayê dikarin lê vêderê bidomînin an na.

- Fîlmên xwemalî yên hefteyê

Di fîlma "Xwendingeha Navdaran" da Edîz Hun, Berna Uçkaleler, Niîa Sofiya Aksongur, Çinar Yukçeker û Cemre Demircan dilîzin. Derhêneriya fîlmê jî Adnan Onal dike.

Di fîlmê da xwendekarên du xwendingehan di pêşbaziyê da derdikevin hemberî hev.

Di fîlma "Cumalî Ceber 666" da Halîl Soyletmez, Doga Konakoglu, Denîz Delîç, Serkan Şengul û Ozkan Sagin dilîzin. Derhêneriya vê fîlmê Fuat Kurtoglu dike.

Di fîlmê da merivek di xwewna xwe da ditirse li ser vê berî xwe dide dîn.

Di fîlma "Nemeya Reş: Newala Bûkê" ku derhênerê wê Kemal Danaci ye da lîstikvanên wekî Halil Balikçi, Sanaz Zahraei, Kyamran Aliyev, Îrem Bugruoglu û Erol Sertel dileyîzin. Fîlm qala serpêhatiyên ku dawiya hefteyê li kampê tên serê Semih û jina wî Burcuyê.

Derhêneriya fîlma "Dema Çîrokê: Prensesa Têkel" ji hêla Kubilay Guleçoglu û Burak Kahraman hatiye kirin û tê da Lavinya Unluer, Kaan Yilmaz, Ebrar Demirbilek vû Ozkan Sagin wekî serleheng dileyîzin. Cureya fîlmê komediya fantastîk a ji bo malbatê ye.

Di rêza fîlmên anîmasyon da jî vê hefteyê fîlma "Strana Xwe Bêje 2" û "Felixê Nes" hene. Derhênerê fîlma anîmasyon "Strana Xwe Bêje 2" Garth Jennings e û behsa hewldana Buster Moon û hevalên wî dike ku dixwazin li Şanoya Crystal Towerê şoveke mezin a nû pêk bînin.

Fîlma din a anîmasyon a hefteyê jî "Felixê Nes" e ku ji hêla Nicola Lemay bo sînemayê hat veguhestin. Fîlm qala çîroka zarokekî dike ku ji bo bavê xwe bibîne, dide dû macerayeke dûvdirêj.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE