Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Vê hefteyê 7 fîlm dikevin vîzyonê...

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Di fîlma "Uncharted" da Tom Holland, Mark Wahlberg, Antonio Banderas, Sophia Elî û Tati Gabrielle dileyîzin û cureya fîlmê aksiyon û macera ye.

Fîlm ji ber seriya lîstikên vîdeo hatiye çêkirin û di fîlmê da Nathan Drake dizê xezîneyan e. Ruben Fleischer derhêneriya fîlmê kiriye. Nathan Drake di fîlmê da peyê xezîneya ku Ferdinand Magellan 500 sal berê winda kiriye, dikeve.

- "Bi min ra bizewice"

Jennifer Lopez, Owen Wilson, Sarah Silverman û Chloe Coleman di fîlmê da dileyîzin û cureya fîlmê romantîk û komedî ye.

Kat Coiro derhêneriya wê kiriye û Lopez di fîlmê da rola "Kat Valdez"ê hildaye ser xwe. Owen Wilson jî rola "Charlie Gilbert"ê mamosteyê matematîkê hildaye ser xwe. Li gor fîlmê du biyanî biyar didin ku bizewicin û piştî zewacê jî hev du nas bikin.

- "Di Nîlê da Mirin"

Derhêneriya wê Kenneth Branagh kiriye û tê da jî dileyîze. Ev fîlm dewama "Cinayeta Ekspresa Rojhilatê" ye. Fîlm li ber pirtûka Agatha Christie ya ku di sala 1937an da hatiye çapkirin, hatiye çêkirin.

Di fîlmê da Hercule Poirotê dedektîf rastî cinayeteke nû tê. Di fîlmê da Gal Gadot, Emma Mackey, Armie Hammer ve Rose Leslie dileyîzin.

Michael Green senaryoya fîlmê nivîsiye û mijara wê wiha ye:

"Dedektîfê Belçîkayî Hercule Poirot bi vapûrê diçe Misrê ku tetîlê bike. Lê rastî cinayetekê tê."

- "Girava Bergmanê"

Di fîlma ku derhênerê wê Mîa Hansen Love da Tîm Roth, Mîa Wasikowska, Vicky Krieps û Grace Delrue lîstikvan in.

Di fîlmê da behsa hezkirina Bergman tê kirin cureya fîlmê jî dram e.

- "Malazgîrt 1071"

Derhênerên fîlmê Ozgur Bakar û Bîlal Kalyoncu ne, cureya wê aksîyon e.

Lîstikvanên fîlmê Cengîz Coşkun, Haluk Piyes, Caner Kurtaran, Vîldan Atasever û Hasan Kuçukçetin in.

Fîlm behsa şerê Milazgirê dike.

- "Heke Îsmet be Dibe"

Derhênerê fîlmê Umut Kaya ye, cureya wê komedî ye.

Lîstikvanên fîlmê Turan Ozdemir, Ayça Ekîn Begen, Melîs Buse Betkayan û Aytaç Ozgur in.

Di fîlmê da komeke biyaniyan tên gundê Kismetliyê û behsa bûyerên diqewimin tên kirin.

- "Lîetlî: Qebîleya Cinan"

Derhênerên Fîlmê Cemal Aşkin Alpçetîn û Can Yelkenciler in, cureya wê tirs e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE