Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 5 jê xwemalî bi tevahî wê 10 fîlm têkevin vîzyonê.


- "Piçek Birçîtî"

Christoffer Boe derhêneriya fîlmê kir û tê da Nikolaj Coster-Waldau, Katrine Greis-Rosenthal û Flora Augusta dileyîzin.


Fîlm bi şirîkatiya Danîmarka û Sêwêdê va hatiye amadekirin û tê da qala aşpêjên dixwazin restoranta herî bi îdia ya Danîmarkayê vekin, dike.


- "Qase: Diziya Mezin"

Di fîlmê da Freddie Highmore, Astrid Berges-Frisbey, Sam Riley, Liam Cunningham û Jose Coronado wek lîstikvanên sereke cî digirin û derhêneriya fîlmê jî ji alî Jaume Balaguere va hatiye kirin.


- "Rastiya Veşarî" 

Di fîlma bi derhêneriya Aneesh Chagantyê hat kişandin da Sarah Paulson, Kiera Allen, Sara Sohn û Pat Healy dileyîzin û di fîlma  da qala dayikeke zordest û keçika wê tê kirin.


- "Cyrano"

Senaryoya vê fîlma musîkî ya dramê ji alî Erica Schmidt va hat nivîsandin û di rola sereke da jî Haley Bennett, Peter Dinklage, Kelvin Harrison, Ben Mendelsohn û Bashir Salahuddin cî digirin.

- "Bi Tenê Şevek"

Di fîlma romantîk a pêkenok ya xwemalî da ku Tuba Unsal, Cemal Hunal, Gurgen Oz, Duygu Şen û Gerfi Benveniste dileyîzin da qala çîroka malbatekê hindik maye ji hev biqetin dike. Derhêneriya fîlmê jî Snan Bîçîcî kiriye.

- "Mawzer"

Di vê fîlma ku Fatîh Ozcan him senaryoya wê nivîsî û him jî derhênerî kir da Serhat Kiliç, Ozan Çelîk, Seda Turkmen û Burçak Dîleklî dileyîzin. Fîlm li Anadoluya Navîn derbas dibe û qala mêrikê gur dikeve nav pezê wî û telef dike. Ew jî ji bo çtivingekê bikire hewl dide û ew tiving jî mawzer e.


-" Lîsteya Kesên ji Min Hez Dikin"

Di fîlma bi derhêneriya Emre Erdoglu va hat kişandin da wek lîstikvan Halîl Babur, Hayal Koseoglu, Ahmet Rifat Şungar, Sermet Yeşîl û Nazli Bulum dileyîzin.


Vê hefteyê li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê du fîlmên qurfê jî wê bên weşandin û ji wan yek "Fabrîqe" û ya din jî "Lîetlî: Eşîra Cina" ye.

- "Malbata Cinawir a Kêfxweş"

Ev fîlma anîmasyonê ji alî Holger Tappe va hat kişandin û Emily Watson, Nick Frost, Jessica Brown Findlay û Catherine Tate dublaja vê fîlma anîmasyonê kirin. Tê payîn ev fîlm ji alî zarokan va bê ecibandin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE