Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî, 5 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Fîlma bi navê "Şerê Pîroz ê Heyranî" ya ku serlîstikvanê wê Îsmaîl Fîlîz, Esra Bîlgîç, Bakî Îlhan, Serdar Denîz û Nevzat Yilmaz e wê derkeve pêşberî temaşevanan.

Derhênerê fîlmê Emir Khalilzadeh e.

- "Dara Gûzê"

Derhênerê fîlma Dara Gûzê Faysal Soysal e, lîstikvanên wê jî Serdar Orçîn, Sezîn Akbaşogulları, Kubra Kîp û Mert Yavuzcan in.

Fîlm diyariyê jinên rastî tundiyê tên hatiye kirin.

Di fîlmê da behsa mamosteyekî jina wî terka wî kiriye yê cirma kuştinekî hildide ser xwe û dibêje wî kuştiye tê kirin.

- "Seansa Ewil: NMSM"

Derhênerê fîlma "Seansa Ewil: NMSM"yê Gokhan Murat Toktamışoglu ye, serlîstikvana fîlmê Eylul Ezgî Yilmaz e.

Di fîlmê da jina navê wê Asli ye hin tiştan ditirse, rojekê di îstgeha metroyê da asê dimîne û ditirse. Asli tirsa xwe ra rû bi rû dimîne û fîlm behsa vê yekê dike.

- "Memorîa"

Derhênerê fîlmê Apichatpong Weerasethakul, serlîstikvanên wê jî Tilda Swinton, Elkin Diaz, Jeanne Balibar û Juan Pablo Urrego ne.

Çêkerên fîlmê Almanya, Îngiltere, Fransa, Kolombiya û Tayland in.

Di fîlmê da jineke birayê wê nexweş e ji bo ziyareta wî diçe Kolombiyayê.

- "Sor"

Derhênera fîlma ku cureya wê anîmasyon e, Domee Shî ye.

Di fîlmê da ciwanekî bi navê Mei Lee ji ber tevgerên diya xwe êdî aciz dibe. Lee dema ku kelecanî dibe rengê wî diguhere dibe sor û hin bûyer diqewimin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE