Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Vê hefteyê yek jê xwemalî 4 fîlm dikevin vîzyonê.

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê yek jê xwemalî 4 fîlm dikevin vîzyonê.

Derhênerê fîlma "Dayikên Hevrast" Pedro Almodavarê Xelatê Nobelê stendiye behsa çîroka du jinan dike.

Penelope Cruz û Rossy de Palma serlîstikvanê fîlmê ne.

Lîstikvanên din ên fîlmê jî Aîtana Sanchez-Gîjon, Mîlena Smît û Danîela Santîago ye.

- "Daristan Welat e - Rûhê Çanakkaleyê"

Derhênerê fîlma bi navê "Daristan Welat e - Rûhê Çanakkaleyê" Mehmet Balaban û Mehmet Alî Sevimlî ne.

Di fîlmê da behsa çîrokên daristanê û merivên hewl didin wan biparêzin tê kirin.

Murat Tavli, Ferît Kiliç, Harun Kocaturk û Korkut Çozer di fîlma ku cureya wê belgefîlm e da lîstikvan in.

- "Ambulans"

Michael Bay derhênerê fîlma bi navê "Ambulans" e.

Serlîstikvanên fîlmê Jake Gyllenhaal, Yahya Abdul-Mateen, Eiza Gonzalez, Moses Ingram û Garret Dillahunt in.

Cureya fîlmê aksîyon e.

Di fîlmê da jina eskerekî berê divê emeliyat be û hewcedariya wî bi pereyê heye.

Mêrik û birayê wî yê malbata wî wek ewlat dema biçûk bûye hildane bankeyekê dişêlînin û bûyer diqewimin.

- "Baskên Bicoş: Koça Mezin"

Derhênerê fîlmê Christopher Jenkins e, cureya wê jî anîmasyon e.

Di fîlmê da têkiliya di navbera qazeke nes û du çêlikên werdekan da derbas dibin tên behskirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE