Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Vê hefteyê 9 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

hefteyê 5 jê xwemalî 9 fîlm wê li salonên sînemayê yên welêt bikevin vîzyonê.

Fîlma bi navê "Peyam" a Misfeta Akkad ya ku behsa destpêka Îslamê dike cara ewil 45 sal berê li Tirkiyeyê hatibû nîşandan ku piştî 45 salan ewê bi awayekî nû û bi versîyona 4Kyê va li ser ekranan bê temaşekirin

Ji bilî Anthony Quinnê xelata Oscarê hildaye, Irene Papas, Mîchael Ansara, Johnny Sekka, Mîchael Forest, Garrîck Hagon û Damîen Thomas jî di fîlmê da lîstikvan in.

Navê fîlmê bi Îngilizî "The Message: The Story of Islam" e û 177 deqîqe ye.

Fîlm di sala 1976an da hatibû çêkirin û behsa jiyana Hezretî Mihemed û derketina dînê Îslamê dike.

- "Cinawêrên Fantastîk: Razên Dumbledoreyê"

Derhênerê fîlmê David Yates, senarîstên wê jî J.K. Rowling û Steve Kloves in.

Di fîlmê da behsa têkoşîna di navbera Grindelwaldê dixwaze dest bide li ser dinyaya sêrbazan û Albus Dumbledore, Newt Scamander û hevalên wî.

- "7"

Fîlma ku derhênerê wê Bugra Kekîk û lîstikvanên wê Reha Ozcan, Ayşenîl Şamlioglu, Hakan Bîlgîn, Selahattîn Taşdogen û Şevkî Ozcan in cureya dram û razê ye.

Di fîlmê da behsa 7 qerekterên ji hev cuda lê têkiliya wan bi hev ra heye tê kirin.

Fîlm bi gotinên jineke di sekeratê da ye dest pê dike, jineke Îngilîz a li pirtûkeke winda digere, ciwanekî dixwaze zordestiyê li xwestiya xwe ya berê bike, jineke digel nexweşiyên borî aşiq bûye û haya evîndar jê tune, mêrikekî êrîşkarê xwekujiyê ku dixwaze heyfa xwe helîne û jineke bi salan di girtîgehê da maye û paşê derketiye cî dgirin û têkiliya di navbera van kesan da tîne ser ekranê.

- "Perestgeha Lenetkirî"

Metîn Kuruyê ku senaryoya fîlmê nivîsî di heman demê da derhênerî jî kir û di fîlmê da qala çîroka Lîlly a ku bi xwedawendê Misrê Îsis ra têkilî danî dike.

Di rola sereke ya vê fîlma rageşiyê da Behîce Maurer, Îlhamî Adsal, Nîhat Demirel, Gulay Say û Abdullah Faruk Gunaydin dileyîzin.

- "Zalo"

Di fîlma ji alî Necatî Aslan va hat kişandin da qala Zalo Axayê zalim û sê cotyarên dixwazin waliyê li Meletiyê wezîfedar e bişêlînin dike.

Di rola sereke ya vê fîlma pêkenokê da Sermiyan Midyat, Kivanç Baran Arslan, Ersel Şîbîl, Zafer Kora û Halîl Kumova dileyîzin.

- "Stardust"

Di rola sereke ya fîlmê da Johnny Flynn, Marc Maron û Jena Malone dieleyîzin û tê da qala jiyana Davîd Bowîeyê di qana muzîkê da yekî bi nav û deng e tê kirin.

- "Troll: Serpêhatiya Bidûvik"

Fîlma anîmasyonê ji alî Kevîn Munroe va hat kişandin û tê da qala têkoşîna Trymê Mîrzayê Trolê ku ji bo bavê xwe Qral Grom xilas bike radixe pêş çavan, dike.

- Fîlmên tirsê yên vê heftê

Fîlma biyanî ya bi navê "Zengil" ku Ralp Waldo derhênerî kir û fîlma xwemalî ya bi navê "Azaîm: Goristana Cinan" ku Erdal Şîmşek derhênerî kir jî fîlmên tirsê yên vê heftê ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE