Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Vê hefteyê 9 fîlm wê bikevin vîzyonê

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

hefteyê jê 4 xwemalî, 9 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Di fîlma bi navê "Ji Bakurî" ya ku cureya wê aksîyon û serpêhatî ye da lîstikvanên xelata Oscarê hildane Nîcole Kîdman û Alexander Skarsgard dilîzin.

Derhênerê fîlmê Robert Eggers, lîstikvanên din jî Anya Taylor-Joy, Claes Bang û Ethan Hawke in.

Fîlm behsa mîrzayê Vîkîngan Amleth dike ku apê wî Fjolnîrew bavê wî qral Aurvandîl dikuje. Amlethê dibe şahidê kuştina bavê xwe hewl dide tola bavê xwe hilde.

- "Hêrsa Cehenemê: Ave Marîe"

Di fîlmê da jinek cihê zêran nîşanî eskerên Amerîkayê dide û di nav wê rewşa xirab a tê da ye tê xelaskirin.

Serlîstikvanên fîlmê Nina Bergman, Daniel Bernhardt, Timothy Murphy, Louis Mandylor û Dominiquie Vandenberg in.

Derhênerê fîlmê Jesse V. Johnson e.

- "Rojava"

Derhênerê fîlmê Mîchel Franco ye.

Di fîlmê da li bin tava Acapulcoyê da behsa betlaneyekê tê kirin, lê ji ber trajediyeke mezin ew betlane nîvco dimîne.

Fransa, Swêd û Meksîkayê bi şirîkatî fîlm çêkirine.

Serlîstikvanên fîlmê Tîm Roth, Charlotte Gaînsbourg, Lazua Larîos û Henry Goodman in.

- "Kurk"

Derhênera fîlmê Hanna Bergholm e, cureya fîlmê jî tirs e.

Lîstikvanên fîlmê Janî Volanen, Sophîa Heîkkiîla, Reîno Nordîn û Ida Maattanen e.

Di fîlmê da jineke bi weswese heye ku qîza wê her tim hewl dide wê kêfxweş bike. Rojekê qîzik li daristanê hêkeke ecêb dibîne û di odeya xwe da vedişêre. Piştî vê hin tişt tên serê wê ku fîlm behsa van bûyeran dike.

- "Keştiya Nuh li Cûdiyê ye 2"

Di fîlma pêkenokê ya xwemalî da Metîn Yildiz, Bulent Durgun, Charles Carroll, Îskender Bagcilar û Şebnem Yildirim dileyîzin.

Mijara fîlma ku Gursel Ateş derhênerê wê ye da qala hilbijartina şaredariya Şirnexê û du evîndaran tê kirin.

- "Daristana Bisêhr: Keybanuya Periyan"

Di fîlmê da qala komek ciwanên bi xeletî ketine darstanekê û ji bo bikaribin derbikevin jî hewl didin Keybanuya Periyan xilas bikin, tê kirin.

- Fîlmên tirsonek ên vê heftê

Fîlma Kerr ya ku di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya 41emîn da xelata "Derhênerê Herî Baş" û "Derhênerê Hunerê yê Herî Baş" hilda û bi şirîkatiya Tirkiye, Fransa û Yewnanistanê hat kişandin. Derhêneriya fîlmê ji alî Tayfun Pîrselîmoglu va hat kirin û wek lîstikvan jî Erdem Şenocak, Jale Arikan û Riza Akin cî girtin.

Mert Uzunmehmet senaryoya fîlma "Koka Huddam: Cinên Marîdê" nivîsî û di heman demê da jî derhêneriya fîlmê kir. Di fîlmê da qala bûyerên tên serê Hakanê ji malbata wî guldanek mîrat maye û ji qebîleya Marîdê cinek tê da dîl girtine, dike. Wek lîstikvan jî Yeşîm Gedîk, Tufan Ozun û Cengîz Çaglayan dileyîzin.

- "Agirkujê wêrek"

Fîlma anîmasyonê ya Theodore Ty tevlî Laurent Zeitoun derhênerî kir da qala Georgiaya ku dixwaze wekî bavê xwe bibe agirkuj û ji bo vê yekê hewl dide, dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE