Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî 6 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Heke Tu Gazî Bikî Eşq Tê" ya ku derhênerê wê Emre Kavuk e wê bikeve vîzyonê.
Lîstikvanên fîlmê hunermend Keremcem, Melîs Babadag, Gurgen Oz, Sera Tokdemir û Cîhan Ercan in.
Burcu Guven û Aydin Sarman muzîkên fîlmê çêkirine, cureya fîlmê komediya romantîk e.
Di fîlmê da behsa pênc cotên ji hev cuda di nava rojekê da çawa dijîn tê kirin.
- "The Bagcilar"
Derhênerê fîlmê Osman Sîlahyureklî, lîstikvanên wê jî Bayram Arslan, Su Polen, Erkan Can, Ertan Saban û Selîm Erdogan in.
Cureya fîlmê aksîyon e, behsa komeke destûrê nadin li taxa wan hişbir bê firotan tê kirin.
- "Mumessîlê Erziromî"
Burak Bozdag, Dîla Danîşman, Burcu Bînîcî, Ayhan Taş û Metîn Yildiz di fîlmê da lîstikvan in.
Cureya wê komedî ye û derhênerê wê jî Servet Aksoy e.
- "Min Xewnek Dît"
Derhênerê fîlmê Murat Çerî ye û cureya wê dram e.
Lîstikvanên fîlmê Harun Reha Pakoglu, Nevzat Yilmaz, Recep Çavdar, Ferda Işil û Fatîh Dokgoz in.
Di fîlmê da behsa zarokekî qezaya trafîkê derbas kiriye tê kirin.
- "Yekîtî Rêkûpêktî"
Lîstikvanên fîlmê Dudu Yetîk, Asiye Dînçsoy û Betul Esener in.
Fîlm behsa malbateke ji sê jinan pêk tê dike.
- "Doxtor Strange Di Harbûna Alema Piralî Da"
Fîlma ku cureya wê aksîyon e wê bi teknolojiya IMAXê va bê pêşkêşkirin.
Benedict Cumberbatch, Elizabeth Olsen, Rachel McAdams, Benedict Wong û Chiwetel Ejiofor serlîstikvanên fîlmê ne.
Derhênerê fîlmê jî Sam Raimî ye.
Fîlm behsa serpêhatiyên Doxtor Strange ya ku bi alîkariya şirîkên xwe va rêwîtiya nenasbûnê dike.
AA