Vê hefteyê 5ê wan xwemalî 9 fîlmê têkevin visyona sînemeyan.
Di fîlma derhêneriya wê Ahmet Kapucu dike da Şahîn Irmak, Çîgdem Batur Guzel û Bora Cengîz dilîzin. Senaryoya fîlmê jî bi destê Ahmet Kapucu hatiye nivîsandin.
Senaryoya fîlmê ji pirtûka Seçîl Çomlekçiyê ya di sala 2019an da hatibû weşandin hatiye girtin.
- "Ez ê Te Bibînim Kurê Min"
Derhêneriya fîlma "Ez ê Te Bibînim Kurê Min" Gokhan Yikilkan dike û di fîlmê da Yikilkan, Alî Surmelî, Gurkan Uygun, Fulden Akyurek û Çetîn Altay dilîzin.
Di flmê da du heval bi hev ra pere kom dikin û hevalek pera hildide û winda dibe. Li ser vê hevalê din li wî digere.
- "Duh Bi Şev li Sohoyê"
Derhêneriya fîlma "Duh Bi Şev li Sohoyê" Edgar Wrîght dike û fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin.
Promiyera dinyayê ya fîlmê li Festivala FÎlman a Venedîkê hatibû kirin. Di fîlmê da Eloîseya hezkiriyamodayê carekî mêze dike ku li salên 1960î ye û li vê derê bi Sandya bi mûzîkê ra eleqedar dibe ra nasya xwe dide hev.
- "4N1K Dawet"
Derhêneriya fîlma "4N1K Dawet"ê Denîz Coşkun dike û senaryoya fîlmê ji pirtûka Buşra Yilmazê ya bi heman navî hatiye girtin.
Di fîlmê da qala ciwanekê ku çend saet beriya nikahê hişê dilketiya wî ji serî diçe dikin.
- "The Addams Family 2"
"Addams" a fîlma anîmasyonê ya pêkenok a ku ji alî sînemahezkiran va hatibû ecibandin û bi fîlma duyemîn va careke din derket pêş hezkirên sînemayê.
Malbata Addams ji bo xurtkirina têkiliyên malbatî derdikevin ger û geştê lê Morticia û Gomez dibînin ku êdî zarokên wan mezin bûne û bi malbatî li ser heman sifreyê rûniştin zehmet bûye û ew êdî li hemberî vê yekê têdikoşin.
- "Bi Cinan Ketin"
Senaryoya fîlmê ji alî Onur Aydogan va hatiye nivîsîn û derhênerî jî wî kiriye û fîlm qala bûyerên bizdonek ên tên serê çar xwendekarên zanîngehê dike.
- "Efû"
Cem Ozay ev fîlma xwe ya dirêj a ewil li gundekî çiyê yên di nav Geliyê Macahalê da ku li Artînê ser sînorê Gurcistanê ye kişandiye û tê da qala bûyerên li Behra Reş gelek caran qewimiye tê kirin.
Di fîlmê da Tîmur Acar, Emîne Meyrem, Hakan Aslan, Yusuf Bayraktar û Macît Koper dileyîzin û di fîlmê da qala pevçûna bavek û zarokênwî tê kirin.
- "Papûçên Sor û Heft Cûce"
Fîlma anîmasyonê ya ji alî Koreya Başûr va hatiye kişandin şêwazeke din a çîroka "Keybanû û Heft Cûce" ye ku êdî ew ji klasîkan tê hesibandin. Di fîlma anîmasyonê da heft prensên ku ji ber bûne cûce û cî digirin û keybanûyek jî ji bo bavê xwe xilas bike hewl dide tê nîşandan.
- "Mîhrîcana Rîfkîn"
Di fîlma nû ya derhênerê bi nav û deng Woody Allenê 85 salî ya bi navê "Mîhrîcana Rîfkîn" da qala çîroka jin û mêreke ku diçin Mîhrîcana San Sebastianê û li ber bayê wê dikevin, dike.
AA