Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê...

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî 10 fîlm wê têkevin vîzyonê.


Fîlma Xeta Xelasbûnê ya ku derhênerê wê Selman Kayabaş e wek curekeye dramê wê bê nîşandan.


Lîstîkvanên fîlmê Hamdi Erdogan, Gulsîm Alî, Yusuf Aytekîn, Emîn Gursoy û Benîan Donmez in.


Ciwanekî beşdarî şer bûye û ziviriye dixwaze bigîhêje keçika ku xwestiye.


- "Xwedê Neke"

Fîlma ku lîstikvanên wê Gonca Vuslaterî, Burak Yamanturk, Oznur Serçeler, Pelîn Oztekin û Emre Dînler in û cureya wê komedî ye.


Derhênerê fîlmê Bariş Yoş e.


- "Vortex"

Derhênerê Frensî Gaspar Noe û lîstikvanên wê jî Dario Argento, Françoise Lebrun, Alex Lutz û Kylian Dheret in.


Fîlm behsa jin û merekî kal bûne û rojên xwe yên dawîn dijîn dikin.


- "Bertek"

Lîstikvanên fîlmê Ryan Kiera Armstrong, Zac Efron, Sydney Lemmon, Gloria Reuben û Michael Greyeyes in.


Derhênerê fîlmê Keith Thomas e, cureya wê tirs e.

Di fîlmê da hin hêzên xirab dixwazin keçikekê û malbata wê bi dest bixin û ew jî dijî wan şer dike.


- Fîlmên tirsê yên xwemalî.

Derhênerê fîlma "Toximên Bijahr: Rêya Mirinê" Burhan Keskin, derhênerê fîlma "Salnameya Tirsê" Yunus Şevîk, derhênerê fîlma Îlker Tunçay "Mefruh: Wehşeta Cinan" e.


- Fîlmên anîmasyon 

Derhênerê fîlma "Jujutsu Kaisen 0: The Movie" Seong-Hu Park', derhênerê fîlma "Ejderhayê Min û Ez", derhênerê fîlma "Çirçirk û Morî" jî Arman Beisembayev in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE