Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Li salonên sînemayê yên li Türkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Fîlma "Zilam" ya ku derhênerê wê Alex Garland û lîstikvanên wê jî Jessie Buckley, Rory Kinnear, Gayle Rankin û Paapa Essiedu ne wê bê nîşandan.

Harperê ji ber trawmayekê tiştên nebaş hatine serê wî ji bo tesîra van xelas bibe li bajarokeke Îngiltereyê malekê kirê dike, lê tiştên xirabtir tên serê wî ku fîlm behsa van bûyeran dike.


- "Maddeya Tarî"

Derhênerê fîlmê Îman Tahsîn, lîstikvanên wê jî Ahmet Yildirim, Nîhan Aşici, Orkun Olgar, Ahmet Pinar û Dîlek Serbest in.


Cureya fîlmê serpêhatî û tirs e.

Di fîlmê da komeke serpêhatiyan hez dikin li Aladaxê derdikevin rêwîtiyê, rêwîtiya wan û madeya tarî ya ku raza wê nayê zanîn hevdu diqelibin.


- "Me Pê Girt"

Lîstîkvanên fîlmê Ersîn Korkut, Murat Akkoyunlu, Îrfan Kangi, Orçun Kaptan û Ugur Serhan in û cureya wê jî komedî ye.


Onur Aldogan derhênerê fîlmê ye ku fîlm behsa serpêhatiyên sê mêrên di heman malê da dijîn dike.


- "Rêwîtî Dewam Dike"

Derhênerê fîlmê Panah Panahî ye.


Fîlm behsa çîrokeke rêwîtiyê dike.

Lîstîkvanên fîlmê Hassan Madjooni, Pantea Panahiha, Rayan Sarlak û Amîn Sîmî ne.


- "Yakarî"

Derhênerên fîlmê Toby Genkel û Xavîer Giacomettî ne, cureya wê jî anîmasyon e.


Di fîlmê da behsa serpêhatiyên zarokekî biçûk ê derdikeve rê tê kirin.


- Fîlmên xwemalî yên cureya wan tirs e

Fîlma bi navê "Seansa Safîbûnê" ya ku Tugba Duygu, Ayce Îşozen, Demet Erdem û Cîhangîr Şeşen lîstikvan in û fîlma "Semur 3: Qiyameta Cin" a ku derhênerê wê Burak Çelîk e wê bikevin vîzyonê.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE