Li Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 9 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Dilsozî Hasan" ya ku derhênerê wê Semîh Kaptanoglu ye wê dibê bikeve vîzyonê ku serlîstikvanên wê Umur Karadag û Fîlîz Bozok in.
Fîlm wê di pêşbirka 94emîn Xelatên Akademiyê da li ser navê Tirkiyeyê bê nîşandan.
Di fîlmê da Gokhan Azlag, Eyşe Gunyuz Demircî û Mahîr Gunşiray jî dilîzin.
Di fîlmê da mêrikekî bi zevî û baxçeyê fêkiyan va debara xwe dike ji ber ku dixwazin dîrega ceyranê di zeviya wî da bi cih bikin gelekî aciz dibe û hewl dide rê li ber bigire. Ji bilî ji ber ku wê here hec û Mekeyê rabirdûya xwe difikire û li ser halê xwe diponije.
- "Zava Aykut 2"
Fîlma ku cureya wê komedî ye û serlîstikvanên wê Cem Gelînoglu, Melîs Babadag, Lale Başar, Hakan Yilmaz û Mufîît Kayacan in ji hêla derhêner Onur Bîlgetay va hatiye rêvebirin.
Di fîlmê da Aykut wê bi Gulşahê ra bizewice, lê ji nişkê va zavayekî berê yê malbatê derdikeve holê û bûyer diqewimin.
- "Mêrikê Bêkar"
Derhênerê fîlmê Alî Aggul û lîstikvanên wê jî Asim Akar, Hasan Goktaş û Ayşe Îkîz in.
Di fîlmê da behsa mêrîkekî her tim ji kar tê qewirandin tê kirin.
- "Resident Evil: Bajarê Raccoonê"
Derhênerê fîlmê Johannes Roberts û lîstikvanên wê jî Kaya Scodelario, Hannah John-Kamen, Neal McDonough, Tom Hopper û Robbie Amell in.
Fîlm ji hêla Amerîka, Almanya û Kanadayê va hatiye çêkirin.
Di fîlmê da wehşetek belavî tevahiya dinyayê dibe û şevekê li Raccoon Cityê hê xirabtir dibe.
- "Posteya Fransayê"
Di fîlma ku Frances McDormand, Tilda Swinton, Bill Murray, Elisabeth Moss û Timothee Chalamet dileyîzin da Wes Anderson jî derhênerî kir.
Fîlm di sedsala 20î da li bajarokeke xeyalî ya Fransayê derbas dibe û qala çîrokên balkêş ên di kovara "The French Dispatch of the Liberty, Kansas Evening Sun" a li herêmê navdar e, diweşin dike.
- "Titane"
Ev fîlma ji hêla derhênera Fransî Julia Ducournau va hat kişandin û di Mihrîcana Fîlm a Cannes 2021ê da xelata Palmiyeya Zêrîn qezenc kiribû wê li Tirkiyeyê jî bê nîşandan.
Di fîlmê da Vincent Lindon, Agathe Rousselle, Garance Marillier, Lais Salameh û Myriem Akheddiou dileyîzin û qala bûyerên ji ber mêrikekî ku tê îdiakirin çend sal berê winda bûbû û paşê derket holê diqewimin, dike.
- "Çîrokên Bizdandinê yên Şevê"
Fîlma malê Îngilîzan ji hêla Oliver Park, Jason Bognacki, A.J. Briones, Joshua Long, Sergio Morcillo, Adam O'Brien, Luciano Onetti, Nicolas Onetti, Pablo Pastor û Matthew Richards va hatiye kişandin.
Di fîlma mijara wê li ser tirsê ye da jî Patricia Arizmendi, Adrian Barriopedro, Claudia Beattie, David Breen û Gabriel Carrubba dileyîzin.
- "Clifford Kûçikê Sor ê Mezin"
Ev fîlma anîmasyonê ji hêla Walt Becker va hat kişandin û qala hevaltiya Emily Elizabeth a ciwan û Cliffordê cêwrik bû ku paşê bû kûçikekî qirase, dike.
- "Qesra Kûkla 2: Kaşifê Daristanê
Di fîlma anîmasyonê ya xwemalî da qala hevaltî, hevkarî, ewlehî û rêznîşandana heywan û nebatan tê kirin.
AA