Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

"The Matrix Resurrections"a fîlma 4an a rêzeya Matrîxê sibê dikeve vîzyonê

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

hefteyê yeka wan xwemalî 3 fîlmê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Fîlma "The Matrix Resurrections" a Keanu Reeves, Carrie Anne Moss, Jessica Henwick, Jonathan Groff û Yahya Abdul-Mateen tê da dilîzin vê hefteyê dikeve vîzyonê. Fîlm di cureya zanist û aksiyonê da hatiye kişandin.

Fîlma The Matrîxê di dîroka sînemeyê da ciyekî girîng digre û "The Matrix Resurrections" jî fîlma rêza çaran a vê fîlmê ye. Di fîlmê da qala vegera Neo û Trînîtyya serlîstikvanên fîlmê dikin.

- "Her tişt li ser halê xwe ye"

Derhêneriya fîlma "Her tişt li ser halê xwe ye" François Ozon dike û di fîlmê da Sophie Marceau, Andre Dussollier, Geraldine Pailhas, Charlotte Rampling û Eric Caravaca dilîzin.

- "Pêl û Rêç"

Derhêneriya fîlma "Pêl û Rêç"ê Emre Kavuk dike û di fîlmê qala çîroka dayik û qîzika bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê didin tê kirin.

Di fîlmê da Pelîn Karahan, Cem Zeynel Kiliç, Meral Çetînkaya, Goncagul Sunar û Damla Alîbeşe dilîzin.

Senaryoya fîlmê jî bi destê Yasemîn Zorlu û Ayhan Zorlu hatiye nivîsandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE