Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Vê hefteyê 6 fîlm wê bikevin vîzyonê

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Li salonên sînemayê yên Tikriyeyê di hefteya dawîn a salê da 6 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Fîlma bi navê "Dinyaya Rengîn a Louîs Waîn" ya ku derhênerê wê Wîll Sharp û serlîstikvanên wê Benedîct Cumberbatch, Claîre Foy, Andrea Rîseborough, Jamîe Demetrîou û Sophîa Dî Martîno ne wê bê nîşandan.

Benedîct Cumberbatchê namzedê Oscarê wê di fîlmê da jiyana wênesazê navdar Loîs Waîn bilîze, Claîre Foy a xwedî xelatên Emmy û Kureya Zêr jî wê bibe hevala wî

- "Wezîfeya Dawîn"

Lîstikvanên fîlma "Wezîfeya Dawîn" Richard Dreyfuss, Mira Sorvino, Pruitt Taylor Vince, D.W. Moffett û Cress Williams in.

Derhênerê fîlmê Adam Lîpsîus' e.

Di fîlmê da merivekî bi navê Ben Myers yê mirovekî mafyayê ye bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û jina wî jî nexweşa demansê ye. Myers him xwe û him jî jina xwe miqate dibe, rojekê diz dikevin mala wî û jiyana wan serobino dibe. Ew ji bo heyfa xwe hilde planekê çêdike lê bûyerên din diqewimin.

- "Seans"

Di fîlma seansê da Suki Waterhouse, Madisen Beaty, Inanna Sarkis, Ella-Rae Smith û Stephanie Sy lîstikvan in.

Derhênerê fîlmê Simon Barrett e û çêkerê fîlmê Amerîka ye.

Cureya fîlmê tirs e û di fîlmê da komek xwendekar henekên xwe bi qîzeke nû hatiye mektebê dikin û seanseke gazîkirina ruhan dikin. Hin bûyer diqewimin ku fîlm behsa van bûyeran dike.

- "Qutiya Bîranînê"

Di fîlma ku Joana Hadjithomas û Khalil Joreige derhênerî kirin da Hassan Akîl, Manal Îssa, Rîm Turkî û Paloma Vauthier dileyîzin.

Di fîlmê da qala Maîaya ku dayikeke bî ye û di Noelê da diyariyeke bêhempa hildide dike. Di diyariya hildaye da wêne, lênûsk, qasêt hene. Maîa li Beyrûtê berî şer wan ji hevalek xwe ra şandiye û ew ji wan bîranînan pêk tê. Aleks a qîza Maîayê jî tiştên di qutiyê da ne berî hev dide û der heqê dayika xwe da tiştan hîn dibe."

- "Sword Art Online The Movie - Progressive"

Ev fîlim ji ber rêzefîlma "Sword Art Online"yê hatiye kişandin û li gorî fîlmê lîstika "Sword Art Online The Movie - Progressive" di sala 2022an da derketiye û kesên di lîstikê da dileyîzin û dimirin, di rastiyê da jî dimirin.

- "Qaptan Sabertooth û Korsanên Biçûk li pey Almasta Winda ne"

Di fîlma anîmasyonê ya ku Marit Moum Aune û Rasmus A. Sivertsen derhêneriya wê kirin da behsa tiştên tên serê Qaptan Sabertooth û Korsanên Biçûk ku ji bo almasta winda bibînin derketine rê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE