Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Vê hefteyê 7 fîlm wê têkevin vîzyonê

Di vîzyonê de vê heftê kîjan fîlm hene?

Li sînemayên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Fîlma bi navê "Nalan" ya ku derhênerê wê Fatîh Mutlu û serlîstikvanên wê Açelya Topaloglu û Sergen Devecî ne vê hefteyê wê bê nîşandan.

Cureya fîlmê komedî ye ku behsa çîroka Nalanê dike.

Nalana ku bernameyên televizyonê yên serê sibê bi eleqe temaşe dike qezayek derbas kiriye û piştî 2 salan dîsa vegeriya ye jiyana xwe ya rojane.

- "Qehreman"

Derhênerê fîlma "Qehreman" Asghar Farhadî ye, cureya wê dram e.

Di fîlmê da Amir Jadidi, Mohsen Tanabandeh, Fereshteh Sadre Orafaee û Sarina Farhadî lîstikvan in.

Fîlma ku behsa merivekî ji ber deynên xwe ketiye hepsê dike heta îro gelek xelat hilda.

Fîlm wê di Xelatên Akademiyê ya 94an da wê di kategoriya "Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş" da Îranê temsîl bike.

- "Hurkuş, Şêr, Almasta Winda"

Fîlma bi hevkariya TRT û Pîşesaziya Feza û Esmaniyê ya Tirk (TUSAŞ) va hatiye amadekirin dixwaze der barê teknolojiya neteweyî da agahiyê bide zarokan.

Di fîlmê da Aslanê ciwan li dû balafira taybet Hurkuş ya mîrata kalikê wî yê pîlot dikeve.

Balafira Hurkuşê di 2013yan da cara ewil firiyabû ku endezyarên TUSAŞê jî wek şêwirmend alîkarî dan çêkirina fîlmê.

- "Xalê Min ê Hêja"

Derhêner û senarîstê fîlma "Xalê Min ê Hêja" Fuat Yilmaz e.

Fîlm behsa Ademê nexweşiya wî ya otîstîkê heye û xwarziya wî ya bi navê Melekê dike.

Fîlmdi nav welêt û dervayî welêt da gelek caran hat nîşandan û hewl dide der barê nexweşiya otîzmê da agahiyan bide.

- "Licorice Pizza"

Di fîlma ku sînamegerê pispor Paul Thomas Anderson mohra xwe li binî xistiye da di salên 1970yî da li San Fernando Valleyê qala têkîliya Garyê xwendekarê lîseyê ye û lîstikvanekî jêhatî ye û xwestiya wî ya ewil Alanaya bi emrê xwe jê mestire tê, kirin.

George DiCaprioyê bavê Leonardo DiCaprio jî di roleke biçûk da dileyîze.

- "The King's Man: Destpêkirin"

Hezkirên sînemayê dibêjin ku ev fîlm wê ji fîlmên herî hêja yên sala 2022an yek be û di vê fîlmê da qala mêrikekî li hemberî hêzeke xerab a ji bo dinyayê talûkeye hewl dide tê kirin.

Matthew Vaughn derhêneriya fîlma ku di heyama Şerê Yekemîn ê Cîhanê da derbas kiriye.

- "Naleta Lubbeyê"

Fîlma tirsê ya Naleta Lubbeyê ji alî Metîn Yucel va hatiye kişandin û tê da qala gundê çîroka Dîlekê ku dixwaze dawî li leneta ser Lubbeya gundekî xalî ye rake, dike.

Di fîlmê da Fîrengîz Orucova, Metîn Yucel, Tevfîk Înceoglu, Melda Yazgi û Seda Canpolat dileyîzin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE