Di xebatên kolandinê yên "Bajarê Xelata Berê" da girekî 5 hezar salî hat dîtin

Di xebatên kolandinê yên "Bajarê Xelata Berê" da girekî 5 hezar salî hat dîtin

Li Xelata navçeya Bidlîsê avahî û berhemên dîrokî yên 5 hezar salî yên ji Bajarê Xelata Berê tên derxistin ronahiyê dide dîroka herêmê.

Bi serkêşiya Wezareta Çand û Turîzmê li taxa Xirabeşehitê ya li navçeyê xebatên arkeolojiyê tên meşandin.

Hîndekarê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Dr. Mehmet Kulaz serokatiya ekîbê dike.

Armac ew e ku li qismê keleha hundirîn bermayiyên qesra wê demê ya heyama Ahlatşahan û girê ku tê texmînkirin 5 hezar salî ye bên dîtin ku xêra wan bigîhîje qada zanist û turîzmê.

- "Di kelehê da şopa heyamên berê, bermayî û seramîk jî hene"

Serokê Bajarê Xelata Berê û Goristana Meydanê ya Selçûkiyan ya Xelatê Mehmet Kulaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wan demek berê di hundirê kelehê da hin bermayiyan dîtine ku li gor texmîna wan ew bermayiyên sivîlan in û kuleya çavdêriyê ye.

Kulaz got ev der berê wek cihê rêvebiriê hatiye bikaranîn ku ji qesr û qonaxê pêk tê û wiha dewam kir: "Perçeyên hatine xemilandin û seramîk derdikevin. Avahî ji heyama Dema Navîn e, lê di kelehê da şopa heyamên berê, bermayî û seramîk jî hene. Ji dîwarên qalin û bermayiyan em texmîn dikin ku ev der cihekî sê qat bûye. Îsal di qata herî binî ya ku wek mitbax û kîlerê hatiye bikaranîn da da me hin bermayî dîtin."

Kulaz wiha pê da çû: "Em rastî hin perçeyan hatin ku li gor me ev yên kîtabeyekê ne. Kolandin û xebat dewam bikin derfeta me wê çêbibe ku em perçeyên din ên kîtabeyê jî bibînin. Kelehên hundirîn ku ji xeynî kelehê, li dora wan sûreke duyem jî heye, navendên rêveberiyê ne. Lewma jî ihtimala wê yekê zêde ye ku li vê derê qesrek hebe. Lêbelê vî girî û jêra wê car caran guherîn derbas kirine. Em wisa difikirin, ev der di Çaxa Bronz da wekî girekî ji îskanê ra hatiye vekirin. Di Çaxa Hesin da muhtemelen veguheriye û bûye keleh. Keleh ji Çaxa Navîn heya serdema Osmaniyan hat emilandin. Salên çûyî me li ser keviran hin dexme tesbît kirin ku em difikirin ên hin qebîleyên Tirkan in. Gava mirov karakterên nivîsan û seramîkan li ber çavan bigire, mirov dikare bêje ku ji sedsala 12em e. Ev jî serdema Xelatşahan nîşan dide."

- "Ez wisa difikirim em ê bigihîjin tebeqeyên serdema berî dîrokê"

Lêkolînerê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Sînan Kiliç jî ragihand, wan bi sondaja kûr a li aliyê derva yê dîwarê parastina keleha hundirîn va gir tesbît kir.

Kiliç diyar kir, ew plan dikin ku xebatan bişiqitînin aliyê hundir ê sûrên kelehê û wiha dewam kir: "Ez wisa difikirim em ê bigihîjin tebeqeyên serdema berî dîrokê ku di bin wê qadê da ye û tiştek pê nehatiye. Li vê derê cih û warekî 5 hezar sal berî roja me heye. Ji xweliya ku dipişire, lêkolînên li ser rûyê erdê û seramîkên hatin dîtin mirov dikare vê yekê bêje. Ev der girek e û cih û warekî kevn e. Îja niha em li wan tebeqeyên gir digerin ku tiştek pê nehatiye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE