Geştiyar guh nadin sir û sermayê û berê xwe didin qesra dîrokî ya Îsheq Paşa. Îsal bi tevahî 3 sed hezar kes hatin serdana qesrê.
Çêkirina Qesra Îsheq Paşa di sala 1685an de dest pê kiriye û di 1784an de jî temam bûye. Ev qesr qesreke gelek dîrokî û navdar e.
Dema ku zivistan tê di nav mij û berfê de dîmenên nuwaze yên qesrê derdikevin holê.
Geştyar ji bo dîtina qesrê ji bajarên cûr bi cûr tên herêmê û ji xwe re digerin û dîmenên xweşik digirin.
Her sal bi deh hezaran kes ji bo dîtina Qesra Dîrokî tên navçeyê.
Îsal bi tevahî 3 sed hezar kes hatin Bazîdê…