Dinya xweş bû, turîstan berê xwe da Mardinê

Li mizgeft, manastir û dêrên dîrokî yên Midyatê geriyan; wêne girtin.

Dinya xweş bû, turîstan berê xwe da Mardinê

Dinya xweş bû û turîstan berê xwe da Midyata Mardinê. Li navêndê û cihên dîrokî car caran qerebelix jî çêbûn.

Midyata Mardinê navenda baweriyên cuda û navçeyeke dîrokî û qedîm e…

Navçe bi çanda xwe ya dewlemend, bi dîroka xwe ya qedîm wekî muzeyekê ye.

Van rojan hewa xweş bû û ji bajarên cuda gelek turîst hatin serdana navçeya dîrokî.

Herî zêde jî ciwan elaqe nîşanî navçeya dîrokî didin.

Fotografên cihên xweşik girtin, ji cihên bilind li navçeyê temaşe kirin.

Ji ber qerebalixa zêde li derdora avahiyên dîrokî cihê wesaîtan nema.

Çav li rê ne dema dinya xweştir bû zêdetir turîst werin serdana navçeya dîrokî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE