Discovery Channelê li Şanliurfayê belgefîlma dîrokê dikişîne

Discovery Channela qanala belgefîlman a ku li hemû dinyayê navdar e, li Şanliurfayê belgefîlma dîrokê dikişîne

Discovery Channelê li Şanliurfayê belgefîlma dîrokê dikişîne

Discovery Channela qanala belgefîlman a ku li hemû dinyayê yek ji qanalên herî navdar e, Gobeklitepe ku wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin di serî da, li ciyên girîng ên Şanliurfayê belgelfîlma li ser dîrokê dikişîne.

Gobeklitepeya ku sê sal di ser ra derbas bûn ku ket Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê, di wê yekê da berdewam e ku dibe mijara pirtûk, fîlm, belgefîlm, rêzefîlm û her wiha kartonfîlman.

Şûnwarê dîrokî piştî ku li Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê zêde bû, bala senarîst û derhêneran kişand ku li welêt û dervayî welêt navdar in û her wiha ev balkişandin berdewam e.

Discovery Channela qanala belgefîlman a ku li hemû dinyayê yek ji qanalên herî navdar e, Gobeklitepe ku wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin di serî da, li Şûnwarê Dîrokî Karahantepe ku ji cîwarên sereke yên serdema neolîtîk e û her wiha li Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê ku ji muzeyên herî mezin ên Tirkiyeyê ye, dest bi kişandina belgefîlmê kir.

- "Em bûn ekîba pêşîn ku li Karahantepeyê belgefîlm kişand"

Serokê Komîsyona Fîlman a Tirkiyeyê û çêker Sait Yardimci ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew hewl didin ku bi ekîbên biyanî yên fîlm û produksiyonê ra bixebitin da ku sûd û mefaya wan bigihîje danasîn û turîzma Tirkiyeyê.

Yardimci bal kişand ku li tevahiya dinyayê girseyeke cidî ya qanala Discovery Channelê heye û niha jî di çarçoveya projeyê da ew bêtir li ser ciyên dîrokî hûr dibin û wiha dewam kir, "Heta niha me li Tirkiyeyê li 5 ciyan dîmen kişandin. Li Tirkiyeyê ciyên dîrokî pir in. Gobeklitepe jî yek ji van ciyan e. Her wisa Wezareta me ya Çand û Turîzmê meha çûyî bi organîzasyoneke mezin va danasîna Karahantepeyê ji dinyayê ra ragihand. Em bûn ekîba pêşîn ku li Karahantepeyê belgefîlm kişand."

Yardimci her wisa bal kişnad ku belgefîlm gelekî bi kêrî turîzmê tên.

Kordînatorê projeyê yê qanalê Andrew Johns jî wiha axivî, "Li ciyê destpêka mirovahî û dîrokê, kişandina belgefîlmê, mirov pir kelecanî dike. Em ji bo vê li vir in. Ez bawer im ku em ê karekî sipehî derxîn holê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE