Xebatên hunerî yên wek helbest, şano, konser û gotûbêjê ku ji alî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê va dihatin kirin ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatibûn sekinandin lê şaredarî niha wan xebatan bi projeya "Her Malek Navenda Çandê ye" va birêva dibe û ji bo şêniyên bajarê Diyarbekirê online diweşîne.
Serokatiya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a ku lê wezîfedarkirin ji alî Wezareta Karên Navxweyî va hatibû kirin, meha borî di çarçoveya rê û rêgezên şewbê da xebatên çand û hunerê da destpêkirin û ew rastî eleqeyeke mezin hatin. Serokatiya Karên Çandî û Civakî xebatên xwe di çarçoveya projeya "Her Malek Navenda Çandê ye" da xebatên hunerî yên wek helbest, şano, konser û gotûbêjê birêva bir û ji ser hesabên medyaya civakî diweşîne û dixwaze Diyarbekirî jê îstifade bikin.
Serokê Daîreya Karên Çand û Civakî Alî Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di meha mijdarê da li gor rê û rêzikên şewba Kovîd-19ê wan dest bi pêşangeh, şano û weşandina fîlman kirin. Çelîk destnîşan kir ku ji ber di dawiya meha mijdarê da sînordarkirin zêde bûn organîzasyonên wê bikirina jî ji mecbûrî betal bûn û wan jî ev yek wek fersend nirxandin û dest bi xebateke nû kirin.
Di axaftina xwe da Çelîk got: "Em li ser mijarê sekinîn û me got ku gelo em van xebatên hanê çawa dikarin pêşkêşî Diyarbekiriyan bikin û bibin malên wan. Li ser vê jî projeya Her Malek Navenda Çandê ye derket holê û me li gor wê bernameyek amade kir. Şêniyên Diyarbekirê ji ber şewbê nikarin ji xebatên me yên wek şano, sînema, helbest û pêşangehan îstifade bikin û me xwest ku bila ev asteng ji holê rabe."
AA