Diyarbekirî wê têra dilê xwe li fîlman temaşe bikin

1. Rojên Fîlman ên Kayapınarê wê heya 11ê Tîrmehê bidome...

Diyarbekirî wê têra dilê xwe li fîlman temaşe bikin

Li Amedê “Yekemîn Rojên Fîlman ên Kayapınarê” dest pê kir. Gelek kesên navdar beşdarî galayê bûn. Çalakî wê heya 11ê tîrmehê bidome.

Gülsen Tuncer, Aslı Altaylar, Nail Kırmızıgül, Mehmet Esen û gelek kesên din…

Hemû di şeva galayê de li Amedê hatin cem hev.

Yekemîn rojên filman ên Kayapinarê bi şeva galayê dest pê kir.

Gelek kesên navdar beşdarî şevê bûn. Hin kesên nehatibûn jî bi dîmenan peyam şandin.

Bername li Park 75ê bi konsereke biçûk dest pê kir.

Hin kesên beşdarî şeva galayê bûn, “Xelata bextewarî û kedê ya sînemayê” girtin.

Di nav wan de listîkvanê Amedî Erkan Petekkaya jî hebû.

Hin ji wanan xelatên xwe ji destê personelên ekîbên vefayê û paqijiyê yên Şaredariya Kayapinarê girtin.

Di şeva Galayê de Kartal Tîbet jî nehat jibîrkirin ku di 2ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû.

Rojên filman wê heya 11ê Tîrmehê bidomin. Her wiha 10 fîlm jî wê bên weşandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE