Li herêmê restorasyona cihên dîrokî dewam dike. Yek ji wan cihan jî Dêra Mor Kiryakus a li Bişêriya Batmanê ye. Dêra tarixî piştî restorasyonê dîsa wê bê vekirin.
Li ser sê qatan e û 365 odeyên wê hene.
Dêra tarixî, heta 1940î jî wek navenda metropolîtiya Suryaniyan bûye.
Dêra Mor Kiryakus, li gundê Dêrakura ya Bişêriya Batmanê ye. Zemanê berê bûye zanîngeh jî.
Bi piştgiriya DİKA û Wezareta Turîzmê niha ev dêr tê restorekirin.
Piştî restorasyonê wê dêr ji bo turîzmê bê vekirin.