Dêra Saint Stefanosê tê restorekirin

Qeymeqamiya Muradiyeyê ji bo restorekirina dêra dîrokî dest bi xebatê kir.

Dêra Saint Stefanosê tê restorekirin

Qeymeqamiya Bêgira Wanê ji bo restorekirina Dêra Sen Stefanosê ku beriya 400 salan hatiye çêkirin, dest bi xebatê kir. Piştî restorasyonê, dêra dîrokî wê ji bo ziyaret û turîzmê were vekirin.

Qeymeqamiya Bêgira Wanê xwedî li dîroka bajêr derdikeve.

Qeymeqamiya bajêr ji bo restorekirina Dêra Sen Stefanosê ku di sedsala 17mîn de hatiye çêkirin, dest bi xebatê kir.

Ekîbên Midûriya Muzeya Wanê jî beriya restorasyonê li ser qada dêrê lêkolînên mîmarî û teknîkî kirin.

Piştî lêkolînan jî wê xebatên restorasyonê di demeke kurt de werin destpêkirin.

Piştî restorasyon qediya, dêra dîrokî ya 400 salî wê ji bo ziyaret û turîzmê were vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE