Dîwana dengbêj û stranbêjan

Dengbêjên Kağızmanî li dîwanê dicivin û kilaman dibêjin…

Dîwana dengbêj û stranbêjan

Çanda dengbêjiyê, di nava kurdan de çandeke qedîm e. Li Kağızmana Qersê ev çand hêj tê ajotin. Dengbêj li mala çandê ya bajêr dicivin û li hev vedigerînin.

Herêma Serhedê bi dengbêjên xwe meşhûr e. Li vê herêmê di her malekê de îlleh dengbêjek heye..

Ji bo ev çanda qedîm a dengbêjiyê bê ajotin, li Kağızmanê jî dengbêj li hev dicivin.

Dengbêj, li mala çandê ya Kağızmanê rûdinin û kilaman li hev vedigerînin.

Hûr û gir, kal û pir, gelek kes tê dîwana dengbêjan û guh dide sewta wan a xweş.

Dîwan bê govend nabe helbet.. Dawiya şevê mêvan û beşdar radibin govendê û şev bi şahî xelas dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE